
QEREÇÛX ENWER / ROJNEWS / HEWLÊR
Parlamentoya Herêma Kurdistanê di rûniştiya xwe ya doh de hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi paş ve xistin. Ji aliyên siyasî û civakî jî gelek rexne li wê yekê hatin girtin ku parlamenê ev biryar da. Hin parlamenterên YNK´ê ev yek weke neqanûnî bi nav kir. Tevgera Gorranê jî got, ev darbeyeke din e.
Parlamena Herêma Kurdistanê di rûniştiya xwe ya doh de hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi paş ve xist. Parlamena Herêma Kurdistanê bi piraniya dengan hilbijartinên parlamenê û serokatiya Herêma Kurdistanê 8 mehan bi paş ve xistin.
Civîna parlamena Kurdistanê ya 68 parlamenter beşdarî bûn, bi dawî bû. Di civînê de bi 60 dengan dema hilbijartinên parlamentoyê û serokatiya Herêma Kurdistanê 8 mehan hat bi paş ve xistin.
Di rûniştinê de ji YNK’ê Bêger Talebanî weke sekretera Parlamena Herêma Kurdistanê ya daimî hat hilbijartin.
Tevgera Gorran û Komeley Îslamî Kurdistanê beşdarî civîna doh ya parlamenê nebûn û li dijî bipaşvexistina hilbijartinan nerazîbûn nîşan dan.
Dema Parlamena Herêma Kurdistanê 6’ê Mijdara 2017’an bi dawî dibû. Her wiha dema serokatiya Mesûd Barzanî jî ji 19’ê Tebaxa sala 2015’an ve bi dawî bûye.
Çav li rê bû ku li Herêma Kurdistanê 1’ê Mijdara 2017’an hilbijartinên
parlamenê û serokatiya Herêma Kurdistanê pêk bên.
Dirêjkirina dema parlamenê neqanûnî ye
Sê parlamenterên Yekîtiy Nîştîmanî Kurdistan (YNK) diyar kirin ku dirêjkirina dema parlamentê ne qanûnî ye û daxwaza vekişandina ji hikûmetê û avakirina hikûmeta rizgarî ya niştîmanî kirin.
Parlamenterên YNK´ê, Geşe Dara Hefîd, Qadir Rezgeyî û Miryem Semed li parlamena Herêma Kurdistanê doh civîna çapemiyê li dijî dirêjkirina dema parlamena Herêma Kurdistanê li dar xist.
Parlamenter Geşe Dara Hefîd got; “Ji sedî 50´ê xelkê Herêma Kurdistanê weke sedema vê rewşa xelk tê de, vê hikûmetê nîşan didin. Dirêjkirina dema parlamena Herêma Kurdistanê karekî neyasayî ye. Niha parlamena Herêma Kurdistanê bûye encumena qanûnsazî û pêkanînê, weke rejîma hilweşiyayî ya Baas.”
Darbeyeke din e
Serokê Koma Tevgera Gorran a li Parlamena Herêma Kurdistanê, Biroz Mecîd diyar kir ku dirêjkirina dema Parlamentoya Herêma Kurdistanê darbeyeke din e û got, kombûna parlamenê ji bo armancên hizbî ye.
Serokê Koma Tevgera Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Biroz Mecîd doh li avahiya parlamenê got; “Em weke Tevgera Gorran bi tundî êrîşên eskerî yên li ser herêmên bi nakok şermezar dikin. Bi ti awayî nabe encamên referandûmê bibin sedema binpêkirina mafên neteweyî û niştîmanî yên gelê Kurd.”
Biroz Mecîd wiha domand; “Em berdewamkirina vê rewşa ne qanûnî ya Herêma Kurdistanê red dikin. Pêwîst e, hikûmet dema li hember rawestandina pirsgirêk û aloziyan vê qonaxê û amadekariyên rasteqîn ji bo hilbijartinê li ser bingeha stratejiya navneteweyî pêk bîne. Di vê rewşê de careke din parlamen komkirin, ji bo pêkanîna armancên hizbî ye. Doh ji ber biryarên jor ên şexsî û hizbî gel û niştîman xistin ber gefên mezin. Îro bi gaveke ne demokratîk darbeyeke din dikin û dema parlamentoyê dirêj dikin.”
Biroz Mecîd di dewama axaftina xwe de wiha axivî: “Ev hewldan ji ber nebûna destûrê ye. Binpêkirina prensîbên qanûnî ye.”
Taloqkirin ne mafê parlamenê ye

Hiqûqnas Hakim Şêx Letîf ragihand ku mafê parlamentoya Herêma Kurdistanê nîne hilbijartinên Herêma Kurdistanê taloq bike û mafê wekîlan nîne wekîltiya xwe dirêj bikin.
Hiqûqnas Hakim Şêx Letîf li ser mijarê ji ajansa me re axivî û got; “Li Herêma Kurdistanê ne demokrasî hebû, ne jî parlamen. Lê îro ji vê ji derbas kirin. Ev li dijî demokrasî û destûrê ye. Ji ber ku parlamen ji bo demeke diyarkirî tê hilbijartin. Ji derveyî vê demê mafê wê namîne. Ji ber ku parlamenter wekîl e û nabe dema xwe dirêj bike.”
Letîf diyar kir ku tişta ku doh rû da desthilatdariya Herêma Kurdistanê li ser asta navneteweyî du qatan dirêj dike û got; “Biryara îro (doh) hat girtin, ne destûrî ye. Her aliyê ji vê mijarê nerazî dikare li Dadgeha Federal a Iraqê li dijî vê biryarê dozê veke.”
Hiqûqnas Hakim Şêx Letîf der barê armanca desthilatdariya Herêma Kurdistanê ji taloqkirina hilbijartinan jî wiha axivî; “Ji ber ku dizanin ji ber xiyaneta kirine, eger hilbijartinê bikin wê deng wernegirin. Ji ber ku dizanin xelk ji wan aciz e. Ji ber vê yekê hilbijartin taloq kirin. Ji bo ku bikarin di nava van 8 mehan de xwe komî ser hev bikin. Piştre bi sextekarî û zextan dengên xwe misoger bikin.”