
Semîner ji aliyê Endama Meclîsa Jinên Kurd ên Ermenîstanê Medya Rêzan ve hate kirin. Rêzan destnîşan kir jin ne tenê li Kurdistanê li tevahî cîhanê ji aliyê pergalê ve rastî tund û destdirêjî û her cureyê zilmê tê, ji bo pergala mêr li ser lingan bimîne jinê dike qûrbana pergala xwe.
Rêzan got; “Tenê ne li Kurdistanê, li tevahî cîhanê şereke mezin li ser jin tê meşandin. Bi navekî din em dikarin jêre bibêjin qirkirina jinê. Şîdet û qirkirina jinê bi parçeyekî cîhanê ve ne sînordar e. Di qirkirina jinê de reng, ol netew ferq nake. Êş, zilm û zehmetiya ku jin dikişîne yek e. Divê xalê de em nikarin jinan ji hev cuda bikin, li kîjan welatî dibe bila bibe,, reng an jî netewî be bila bibe li her derî jin rastî heman nêzikatiyan tên.”
Rêzan di berdewama axaftina xwe de got; “Ji ber pergal yek e û tişta ku pergala li ser dide meşandin jî yek e” û wiha domand; “Dema em vegerin ser serdema jinê em ê bibînin ku jin bi hêvî aramî û bîrdoziya xwe jiyanek bi wate daye jiyîn. Rengê xwe û xweşikbûna xwe daye jiyanê. Pergalek dûrî kuştin qirkirin û rijandina xwîn da jiyîn.”
Rêzan diyar kir ku “Jin sûna civakê ye” û wiha berdewam kir; “Dema jin bi hemû xweşikbûna xwe tevlî jiyanê nebe, wê demê jiyan nîvçe dimîne. Dema bê rêxistin be pergal dikare bi hêsanî jinê biperçiqîne û zilmê lê bike. Ji bo wê çendê tişta herî girîng ew e ku jin xwe tekoşîn xurt bike û li hember her cureyê çewsandin, kuştin û zilmê bê deng nemîne, ji bo jiyan û cîhan her tim xweşik be cihê jiyîn ê be. ji bo wê çendê em dibêjin jin jiyan e, jiyanê nekujin.”
ANF/ÊRÎVAN