Peyama Kelanî wiha ye: “Ez ji bo piştgiriya gelê Kobanê li vir im. Dibe ku hûn bipirsin Filistînî ji bo Kobanê çi dikin. Ev rewş hemû gelên herêmê eleqedar dike. Ereban, Kurdan, Çerkezan, Durziyan û hemû gelên herêmê eleqedar dike. Tirkiye ji bo Kobanê çi dike? Tu tiştekî? NATO çi dike? Tu tiştekî. Her kes dizane ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Hemû nexweşxaneyên taybet ên Tirkiyeyê xizmetê didin DAIŞ’ê. Ez bang li Tirkiyeyê dikim ku dest ji piştgiriya bo DAIŞ’ê berde.
Her wiha ez bang li NY, Ereb û Mislimanan dikim ku piştgiriyê bidin gelê Kobanê. Ger hûn alîkariyê nedin wê sibê bê serê we jî. Ez li Nisêbînê tevlî şahiyeke jinên Kurd bûm. Min stran gotin. Tiştên min li wir hîs kir min li Filistînê hîs kiribû."
Hunermenda Filistînî ku li bajarê Manchester a Îngîlîstanê hat dinê, destpêkê di bin bandora muzîka jazz a bavê xwe de ma û di salên 1970’ê de eleqe nîşanî muzîka Filistînê da.
LONDON