Yekîtiya rewşenbîrên kantona Efrînê duh bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo rakirina tecrîdê hemleya berhevkirina îmzeyan dane destpêkirin.  Yekîtiya rewşenbîrên kantona Efrînê 1`ê sibatê heta 9`ê heman mehê dest bi hemleya komkirina îmzeyan kiribû. Di vê çarçovê de hezar û 160 îmeze yên rewşenbîr û akademisyenan hat kom kirin. Endamên yekîtiya rewşenbîrên kantona Efrînê li pêşiya navenda yekîtiyê li navenda Efrînê kombûn û dawiyanî hat xwendin. Di dawiya daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dê kopîyekê a serjimartina îmzeyan ji CPT`ê ,  rêxistinê mafên mirovan li rojhilata navîn û giştî Ewropa “ Siwêd , Elmaniya, Holanda, Belçika, Ingiltera, Siwêsra û Amerîka“ re rêkin. 


 EFRÎN