Di semînera Dibistana Amadeyî ya Keçan a Arya de Sînor Îbrahîm diyar kir ku her diçe di nav civakê de şîddet zêde dibe û bi taybet jî li dijî jinê. Îbrahîm axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro hûn rewşenbîr in, lewma pêwîst e hûn karibin ji civakê re pêşengîyê bikin. Civakê ronî û zana bikin.” Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku pêwîst e li hember zîhniyeta zilam a serwer li gor heqîqetê bibin xwedî helwest.


‘Dahatûyek bi zanist divê’

Di semînera Dibistana Amadeyî ya Keçan a Xebat de jî Zeynep Germiyanî ku semîner bi rê ve bir got, “Zihniyeta pênc hezar sal a baviksalarî pêwîst e hûn bi awayekî zanistî analîz bikin û bibin xwedî helwest.” Germiyanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser van xalan, “Gelek cureyên şîddetê hene û ev li hember jin û keçên me tên bikaranîn. Lewma divê em dahatûyeke bi zanist amade bikin û bibin xwedî helwest.” 

DÎHA/SILÊMANÎ