NAZIM DAŞTAN

MA / HESEKÊ

Li Bakurê Sûriyeyê 2 hezar cih û warên dîrokî yên ku Til Xelef, Girê Moza, Til Beyder jî di nav de hene ku Serdema Neolotîk ronî dikin. Rêveberiya Bakurê Sûriyeyê jî hewl dide ku van herêman restore bike û biparêze.

Li Sûriyeyê ev 7 sal in ku şer didome û lê di encama vî şerî de jî ev herêm bi jiyaneke nû re jî rûbirû bû. Bakûrê Sûriyeyê bi xirbe û cihûwarên xwe yên dîrokî jî xwedî cihekî girîng e. Hema li Bakurê van kavilên dîrokî, Xirabreşkê (Gobeklî Tepe), Newala Çorî û xêlek ‘gir’ hene. Ev cih û war, û yên Bakurê Sûriyeyê têkildar in û dewama hev in. Ji gelek nirxên dîrokî re jî malovanî kirine. Ew bermahiyên dîrokî yên Serdema Neolotîk in. Bi xebatên nû yên li Bakurê Sûriyeyê, ev dê hem bên restorekirin û hem jî bên parastin. Li gel vê, ew ê ji nû ve bên xwendin û li gor rastiya xwe bên eşkerekirin. Ev jî dê bi xwe re şoreşeke nû ya dîrokê ava bike. Di 7 salên şer de gelek berhemên giranbiha yên dîrokî bi destê DAIŞ’ê hatin hilweşandin. Ziyan li hinan bû, hinek jî hatin talankirin û firotinî hin walatên din.

Mekanê destpêka dîrokê 

Tê destnîşankirin ku bi kêmanî 2 hezar cih û warên dîrokî li Bakurê Sûriyeyê hene. Ji vana 200 jê li Herêma Cizîrê ne. Di nav herka şerê li Sûriyeyê de cihên dîrokî ku herî zêde xesar dîtin jî ev cih in. DAIŞ’ê ev mekan talan kirin. Sûr û Kelehên li vir wek baregehên eskerî bi kar anîn. Berhemên dîrokî yên pere dikirin jî di serî de firotin Fransa û welatên din ên Ewrûpayê.

Em li jêr çendan ji van mekanên dîrokî bidin dasîn.

Til Xelef

Tilxelev li Bakurê Sûriyê li bajarê Serêkaniyê ye û ev wargeh, yek ji wargehên herî kevin e ku mirovahî lê bi cih bûye. Ev herêm herî zû ji bin destê Rejîma Baasê hat rizgarkirin û ket bin destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk. Ev ji bo herêmê bû derfet ku zêde ji ber şer xesar lê nebe. Bi dîtina dîzikan li Til Xelefê, hat fêmkirin ku herêm xwedî civakdariyeke ji ya tê zanîn bêhtir pêşketî bûye. Til Xelefa ku çandiniya bi rêk û pêk destpêkê lê hatiye kirin, niha hêzên eskerî wê diparêzin.

Girê Moza

Girê Mozan li Amûdê ye. Herêm wek cih warê Hûriyan tê zanîn. Di kolanên li derdora gir de kavilên gundan derketin meydanê. Ev dever berê ji aliyê arkelokên Elman ve hatiye kolan û ewlehiya wê ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve tê misogerkirin. Li qontara gir di cihê ku kolan lê hatiye kirin de cihê ritûelên olî, mexzen, daşir, kolan, mohr, dîzik û kevirên çêkirî hatine dîtin.

Til Beyder

Girê Til Beyder di navbera bajarê Dirbesiyê û Hesekê de ye. Girê Til Beydar 30 kîlometroyan li bakurê bajare Hesekê ye û 25 metroyan bilind e. Di kolanan de cihwarên kevin yên dîrokî derketine holê. Di serdema xwe de Til Beyder li ser riya bazirganiyê bû. Karwan dihat û di ser Til Beyder re derbas dibûn. Di van gundên kavil yên dîrokî de mal, embarên genim û dikanên di rêzê de hatine dîtin. Ji bo ku xesareke mezin bi ser wan de neyê, bi heriya sor hatine sîwaxkirin.

Şer kolana arkeolojîk rawestand

Ji Berpirsê Parazvanê Berhemên Dîrokî yê Wezareta Parastina Arkeolojî û Turîzmê yê Bakurê Sûriyeyê, Ristem Ebdo destnişan dike ku herêm hem di nav herêma Rijhilata Navîn de û hem jî di Cîhanê de girîg e. Ebdo destnîşan dike ku beriya şer dest pê bike li bêhtirî 70 cihan xebatên kolana akreolojîk bi 20 koman hatibûn kirin. Di encama van xebatan de gelek agahî û daneyên ku karin dîroka rabirdû ronî bikin, hatine dîtin. Ebdo dide zanîn ku ev komên arkeologan ji ber şer neçar mane ku ji herêmê derkevin û biçin.

Ebdo vedibêje ku bermahî îsbat dikin ku dîroka herêmê heta bi destpêka neolîtîkê diçe û wiha dipeyive: “Piştî ku QSD´ê ev dever kontrol kirin, ev deverên giranbiha bi taybetî hatin parastin. Piştî ewlekirina wan deveran, hin xebat jî li wan cih û waran dan destpêkirin. Hin ji wan, restorasyona wan hat kirin û hatin parastin. Ji bilî vê ji bo parastina van berheman zanyariya gel hat xurtkirin. Ji bo parastina berhemên dîrokî amadekariya me heye ku em hevkariya xwe ya bi yekîneyên arkeologan ên navteweyî re jî bi pêş bixin. Hin ji wan, ji bo ku bên vir, dest bi amadekariyan jî kirine.”