
Rojnamegeran bi îmzeya “Kedkarên Çapemeniya Azat ên Girtî" name şandin. Rojnamegerên gritî, di destpêkê de gotin "20'ê kanûna 2011'an tiştekî tîne hişê we? Wê rojê saet di 05.00'an de li Amed, Stenbo û gelek bajarên din hemwext li deriyê gelek rojnamegeran hatin xistin."
'Me ew û wan jî em nas dikirin'
Rojnageran di nameya xwe de wiha nivîsandin: "Me ew û wan jî em nas dikirin...Me ew li kolanan bi îşkence, şikandina destan û deriyan, kuştina bi bombeyên gazê û pêkanina fermana "Jin be jî zarok be jî hewcehiyê pêk bînin" nas dikir. Dîsa bi tarîkirina jiyanê nas dikir. Me ew di rûpelên 30-80 salên Tirkiyeyê de bi heman rûyî nas kir. Di 3 salên dawî de bi feraseta "Kurtê herî baş ê nehat kuştin Kurdî girtî ye" tev geriyan û dest bi girtina siyasetmedar, parêzer, parazvanên mafên mirovan û heri dawî jî rojnamegran kirin. Me we bigirtin û binçavkirinê nas kirin. Wan jî em bi şopir û dozdadrên doza Apê Musa Anter, Gurbetellî Ersoz, Nazim Babaoglu, Yahya Orhan, Metin Goktepe û bi dehan kesên din nas kirin...
'Em bûn ziman û çanda gelê xwe'
Rojnamegeran di berdewama nameya xwe de wiha nivîsandin: "Me bi bawerî û biryara 'Dê tu tişt di tariyê ne demîne' nivîsand. Me hewl da tarîyê ronî bikin. Me dest bi deşifrekirina tariyê kir. Em bûn ziman, deng û çanda gelan. Li dijî medya plazayan me xwe li pişt polîsan veşart u tenê agahiyên polîsan esas negirt. Em gel esas girt... Em bûn dengê dayikên aştiyê yên li ser sînoran nobet girt. Me cesedên perçekirî bi cîhanê re parve kir. Em bûn qerîna dayikên ku li ser gorên komî li hestiyan geriyan. li Besta, Zap Tatvan û Geliye Tiyare çekên kîmyewî yên dewletê teşhîr kir...
Me deng û daxwazên karker, kedkaran ên kolanan bilirnd kir. Me jarî û serpêhatiyên welatiyên jar û xizan bi cemaweriyê re parve kir. Em li dijî talankerên xwezayê û fîrmayên "HES'ê rawestiyan û me li cem gelê Derya Reş cih girt...
'Me li cem rênçberên birçî cih girt'
"Em bûn qêrîn û awaza jinê. Me li cem rençberan cih girt û piştgirî da rençberên birçî...
'Me lîstikên AKP'ê deşifre kir'
Em duh hatin bombekirin û kuştin, îro jî tên girtin... Em di ferqa vê yekê dene. Me bi zanebûn ev da ber çavê xwe û me xwest bibin dengê bêdengan. Me xwest lîstik û şanoya AKP'ê û serokwezîr xera bikin. Binçavkirina me ya 72 saetan û darizandina me ne hiqûqî ye. Dîsa di darizandinê de jî lîstikên balkêş û sosret hatin lîstin. Ji me pirsa "Te çima ev nûçe çêkiriye? pirsîn. Dema me sewqî dadgehê hatin kirin dadger îtîraf kir û got "Înîsiyatif ne di destê me deye" û em bi vê îtîrafê hatin girtin. Beriya ku em bên girtin jî Samanyolu TV nîv saet beriya biryara dadgehê biryar aşkere kir û hêjmara rojnamegerên hatin girtin da. Em bi fermana Serokwzîr û Wezîrê Karên Hundir Îdris Naîm Şahin hatin girtin.
Bêdengiya li hemberî tevkujiyê...
Rojnamegeran di dawiya nameya xwe de bal kişand ser bêdengiya çapemeniya Tirk a li hemberî komkujiya li Roboskiyê û wiha dawî li nameyê anîn: "Çapaemeniya Tirk 9 saetan li hemberî komkujiya Roboskiyê bêdeng ma. Ev yek pir aşkere dike ku Çima çapemeniya Kurd û rojnamegerên Kurd hedef hatin girtin dibersivîne...
Ji ber vê yekê em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin û dibêjin. Em ji bîr nekin em li wekî rojnamegeran li hemberî îxtîdarê bi wicdan in... Hêj vî agirî hûn jî neşewitandine hûn jî dengê xwe tev li dengê me bikin û biqîrin.
Kedkarên Çapemeniya Azad ên Girtî."
DÎHA/STENBOL
Rojnameger Kirkkaya rastî cezayê dîsiplînê hat
Nûnerê buroya ajansa DÎHA'yê yê Enqereyê Kenan Kirkkaya ku di 20'ê kanûnê de di operasyona li dijî rojnamegerên Kurd de hate binçavkirin û girtin, rastî mehek cezayê dîsîplînê hat. Kirkkaya, piştî hate girtin û di 27'ê kanûnê de ji girtîgeha Metrisê sewqî Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê hate kirin ji ber ku destûr neda lêgerîna tazî li ser wî bikin rastî cezayê dîsîplînê hat. Rayedarên girtîgehê xwestin wî tazî bikin û lêgerinê bikin. Lê Kirkkaya jî destûr neda vê pêkanê. Kirkkaya li hemberî lêgerina tazî bersîva "Ji xwe ez ji girtîgehê têm çi hewceye lêgerîna tazî ye. Ez destûr nadim hûn bi vî rengî li ser min lêgerînê bikin" da rayedarên cendirmeyan. Cendirmeyan li ser vê yekê girtek girt û pişt re jî rêveberiya Girtîgeha Kandirayê mehek cezayê dîsiplîna hevdîtinê da Kirkkaya.
ENQERE
Girtina rojnamegeran ket rojeva Ewropayê
Endamê Parlementoya Ewropayê Niki Tzavela, der barê rojnamegerên girtî yên li Îran, Eritre, Çîn, Myanmar, Vîetnam û Tirkiyeyê de pirsnameyek da meclîsa Ewropayê. Tzavela, bi pirsnameyê rojnamegerên girtî anî rojevê.
Endamê Parlementoya Ewropayê Niki Tzavela, ji bo balê bikşine ser rewşa rojnamegerên girtî yên li welatên Îran, Eritre, Çîn, Myanmar, Vîetnam û Tirkiyeyê, pirsnameyek amade kir û peşkêşî Parlementeroya Ewropayê kir. Tzavela, bi pirsnameyê rojnamegerên girtî anî rojevê. Tzavela, di pirsnameya nivîskî de anî ziman ku li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) li cîhanê 179 xebatkarên çapemeniyê girtî ne.
Tzavela anî ziman ku di nava 15 salên dawî de ev hêjmara, hêjmara herî zêde ye. Tzavela, di pirsnameyê de bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê jî û wiha got: "Li Îranê heta niha 42 rojnameger, li Erîtreyê 28 rojnameger, li Çînê 27 rojnameger, li Myanmarê 12 rojnameger û li Vîetnamê jî 9 rojnaeger girtî ne. Li Tirkiyeyê jî tê texmînkirin ku gelek rojnameger tên girtin.
BRUKSEL