Lûnqvîst da xuyakirin, ku rejîma li Tirkiyeyê li dijî rojnamevanan gelekî zêdegaviyê dike, hewl dide nêrînên cuda bêdeng bike û bi vê gotinê, nerazîbûn nîşanî sekinandina weşana Newroz TV da: “Şîrketa Eutelsatê, ku guh dide vê rejîmê, qenaleke televîzyonê ya ku ji bo welatiyên Tirkiyeyê weşanê nake, digire. Di vir de pirsgirêkek heye.”
Di çapemeniya Swedê de deng veda
Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Ekot de, ku ji aliyê Beşîr Kavak û Staffan Axelsson ve hat amadekirin, hat ragihandin ku di encama zextên dewleta Tirk de Newroz TV hatiye girtin.
Midûrê Giştî yê Newroz TV Farûk Nozhatzadeh ji radyoyê re axivî û anî ziman, ku beriya niha bi du rojan rayedarekî Eutelsatê bi rêya telefonê bi rengekî devkî ji wan re ragihandine ku wê qenal bê girtin û dûre bi rengekî nivîskî ev biryar ji wan re hatiye ragihandin.
Nozahatzadeh diyar kir, Newroz TV li gorî qanûn û pîvanên weşanê yên li Ewropayê weşana xwe dikir û destnîşan kir, ku ew ê vê biryara neadîl bibin ber destê dadgeha li Parîsê.
Helwesta Eutelsatê cihê şermê ye
Di nûçeyeke organa weşanê ya Federasyona Rojnamevanên Swêdê Joûrnalîsten de, girtina qenalên televîzyon û radyoyê bi zimanekî tund hat rexnekirin. Di nûçeyê de hat gotin, Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EJF) gihîştiye wê encamê ku ji ber zexta dewleta Tirk Eutelsatê qenalên Med Nûçe TV û Newroz TV girtiye. Hat destnîşankirin, ku EJF ji bo girtina qenalên Kurd şermezar bike, nameyek ji vê şîrketa weşanê re şandiye.
Rojnamevan-nivîskar Kurdo Baksî jî ji Joûrnalîsten re axivî û got, “Helwesta Eutelsatê cihê şermê ye û ne ya qebûlkirinê ye. Alîkariyê dide lîderê despot ê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, ku hewl dide rexneyên li dijî xwe û medyaya mûxalîf li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî bêdeng bike.”
ANF / STOCKHOLM