
Cangoriyê berxwedana Nisêbînê Musur Aslan li pey xwe rojnivîskek giranbiha ya rojên berxwedanê hişt. Aslan di rojnivîska xwe de wiha dibêje: “Baweriya min a li hember wan stêrkan, roj bi roj geş dibe û bêmirin dibe. Hêvî li min zêde dibe.”
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di pêvajoya berxwedana 14 rojan de, di 19’ê Mijdarê de li taxa Abdulkadîrpaşa li kolana Şîrîn di encama gulebarankirina hêzên dewletê de ciwanê berxwedêr Musur Aslan (19) jiyana xwe ji dest dabû. Aslan, di rojên giran ên berxwedanê de nîşe ango helbestên giranbûha nivîsandibû û lênûskeke rojnivîskê li pey xwe hiştibû. Malbata Aslan, lênûska wî ji bo bîranînê li malê xistine nav alavên wî yên giranbûha. Aslan, di rojnivîska xwe de êş û hêviyê, însan û gerdûnê, biryar û serkeftinê tîne ziman. Aslan di roja 30 Tebaxê saet di 00.36’an de di rojnivîsa xwe de wiha nivîsandiye: “Gerdûn bi bêdawîbûna xwe bi şeref û pîroz e. Baweriya jiyana min bi gerdûnê re yeksan e. Belê ez hêj darek a ku mezin nebûme. Ez darek ku hêza min ne gihîşti ye ez fêkiyan bidim. Keskayîya min li cîhanê xwedî armancek e û hezkirina rengekî li hember mirovan e. Ez bi hêvî û baweriya xwe dijîm û wate didimê.”
Di 5’ê îlonê de, Aslan wiha hestên xwe aniye ser ziman: “Mirov hînî êşan bibe ne baş e. Eger ku em hînî êşan bibin tê wê maneyê ku em têk diçin. Îfadeya nefesa tolhildanê ya têkçûnê ye.”
‘Hêvî li min zêde dibe’
Aslan, hestên xwe yên zirav her roj bi hin peyvan anîye ziman û di 20’ê Tebaxê jî wiha nivîsandiye: “Dîsa stêrkek ji esmanê dilê min dûrket. Baweriya min a li hember wan stêrkan, roj bi roj geş dibe û bêmirin dibe. Hêvî li min zêde dibe û bi zêdebûna xwe min bilind dike. Bawerî hilmê dide min û hêvî min bi hêz dike. Em ê jiyanek bi agir bidin jiyankirin.” Aslan, di hemû nivîsên xwe de hêvî û biryarbûna azadiyê anîye ziman û rojnivîsek din a ji rojên Aslan jî wiha ye: “Pêwîst e mirov bi biryar be. Eger ku roj di nevemirandinê bi biryar be, divê ku mirov bibe roj. Roj a ku dide jiyandin. Ji bo mirov divê ku hêvîyek hebe.”
DÎHA/MÊRDÎN