…”Milîsê me hê li gel me bû li girê pêşberî me yê bi navê girê Nêriyan leşker hatine dîtin û piştî demeke kin şer dest pê kir. Wê şevê çar caran em û leşker ketine nav hev û şer derket. Bi roj em li nav xirxirên girekî bilindî ku hakimê derdorên xwe bû bi cih bûn. Bi dûrbînê me wê rojê li tevgêra leşkeran nêrî. Li hemû girên derdorên me leşker bi cih bibûn û riya rizgariyê ji me re nehiştibûn. Li bendê bûn ku me li wir ji serma û birçiyan bikujin. Qet êrîşî cihê me nekirin û dizanîn ku em li wî girî bi cih bûne. Şopa me ji dûr ve li ser berfê diyar bû. Me zû ev tektîka neyar fêhmkir û bi êvar re ji bo jiyanê me berê xwe da şerê neyarê ku bi sed qatî ji me pirtir û çekên wan ji yên me bi bandortir bûn. Heta sibehê li nav şer û pevçûnan, me geh xwe ji zinarên bilind berda xwarê û geh di wan lat û zinarên ku her yek ji wan bîst sî metreyî bilind re derdiketin jor. Li nav wan latên mîna kêran tûj pêlavên gelekan ji me qulbûn û qetiyan. Biqasî neyar xweza jî bi hemû hêza xwe li dijî me dibû asteng. Ez nikarim bêjim li wan derketin û daketinan netirsiyam. Ji ber xemsariyeke biçûk dikarîbû bibe sedema mirinê û em hemû bitirs dimeşîn. Ji wê şevê ve tirsa bilindî û nizmiyê ketiye dilê min. Ne ji jêr ve diwêrim li bilindiyê binêrim û ne jî ji jor ve diwêrim li nizmiyê binêrim. Em li nav wê tirsê heta sibehê meşîn û bi rojê dîsa em li cihekî bilind bi cih bûn. Neyar bi ser me de nedihat, tenê em taqîb dikirin û nedihiştin em ji dorpêçê derkevin. Me jî dixwest ji dorpêça wan derkevin. Sê şevên me bi hewildanên derketina ji dorpêçê derbas bûn û bi rojê jî li nav wê berfê li benda mirinê em disekinîn. 

Roja çaran biqasî kêloyek arvanê me, çend kevçî rûn û hindik xwêya me mabûn. Me ji wan Mirtoxa xwe ya dawî çêkir û ew jî xwar. Şeva pêncan xwarina me nema û êdî meşa me giran bû. Leşkeran dizanîn ku em li bêtêlên wan guhdar dikin. Hemû axaftinên wan li ser xwarinên xweş û cihên germ bûn. Dixwestin vîna me bişikînin û psikolojiya me xirab bikin. Em her di wê rewşê de dimeşin û neyar jî her li pey me dihat. Roja heftan bi bêtêlê gazî me kirin ku em xwe bispêrin wan. ´´Werin xwe bispêrin dadweriya leşkerên tirk. Bi xwarina daran mirov têr nabe û bi tir û fisan jî germ nabe. Her wisa bi xeyalan Kurdistan ava nabe.´´ Bi dengê bilind dikenîn û me bi vê sirûda ku me gelek caran bi hev re gotibû, bersiva bêtêla wan dida. 

“meş heye meş bo serxwebûnê meş bi govend û dîlan bi keyfa xweş ji bajar û gundan bo gula geş bizdiyan dijmin û xayînê rûreş...”

Her cara ku me ev sirûd digot, dengê van dûjinan ji bêtêlê dihat,” bi tirkî bêjin, zarokên min...wan. Heta êvarê geh dûjin kirin, geh gazîkirin û geh sirûdên nîjadperestî bi me dana guhdarkirin. 

Êvarê em dîsa meşîn, lê heta sibehê ancex me karîbû kêlometrekê rê herin. Me êdî dengê girî û nalînên hevalên xwe yên dest û piyên wan birîndar bibûn dibihîstin. Me biryara meşa bi rojê da û bi rojê jî em meşîn. Çend caran şer û pevçûn derketin û her carê wan derbe dixwarin û ji me hinekî dûr diketin. Hevalên me sê, çar caran pêşniyaziya êrîşeke cangorî kirin. Bawer nedikirin ku em ê rizgar bibin û digotin, “berî ku em ji birçiyan û ji ber sermayê bimirin, em derbê li neyar bidin û wisa bimirin.” Lê min destûr nedida. Mêlkemotê mirinê li pey nêçîra xwe bû, geh xwe ji nêzîk ve nîşanî me dida û geh ji dûr ve li me dinêrî. Roja heştan min ji hevalan re got, “hevalno ev berxwedana me ji neyar re te wataya windakirinê. Morala wan têkdiçe û tirsa me di dilê wan de mezin dibe.” Ez hinekî sekinîm û min biryara xwe got. ´´Em ê îro kemînê li pêşiya wan daynin û xwarinê ji wan bistînin. Ez, Musa û Piling em her sê dê li pêşiya neyar di kemînê de bisekinin.´´ 

Hevalên din jî xwestin ew jî di kemînê de li gel me bimînin, lê min nehişt. Li wir hertişt li hev têne parvekirin. Tîbûn, birçîbûn, êş, zahmetî, dilxweşî û şadî. Li wir birîndarî û mirin jî tê parvekirin. Wekheviyeke rastî li wir heye. Min dizanî ku hemû heval dixwazin ew jî di kemînê de bimînin. Ji ber armanca kemînê xwarin peydekirin bû û yên di nav hevalan de 

piçekî li serxwe bûn û dikarîn hinekî zû bimeşin, em her sê bûn. Em di kemînê de man û hevalên din di bin berpirsiyariya hevala Rojda de sed dused metreyî meşîn û li wir rûniştin. Berê hemiyan ber bi aliyê me ve bû û li me dinêrîn. Kêliya ku min ew wisa dîtin hêstir ji çavên min hatine xwarê. Em hinekî ji wan re dibûn alîkar û me hinekî ew dimeşandin. Me ew bê alîkar wisa birçî, westiyayî bi dest û piyên birîndar hiştibûn. Dest û piyên me hemiyan li nav wan lat û kevirên tûj birîndar bibûn. Ew li wir û em di kemînê de rûniştin… 

Dê berdewam bike.