Ba bi xurtî ewrên ku dibûne asteng ji xwenîşandana rojê re dehfdida. Bi hêza ba giran giran ji rojava ber bi rojhilat ve diherikîn. Roj mîna zarokeke ku di hembêza dayîka xwe de ji şerma nîvê rûyê nîşan bide, wê jî ji paş ewran nîvê rûyê xwe nîşan dida û di wê kêliyê de xwe di paş ewran de vedişart. Rewşa hewayê gelekî bêbiryar bû, geh ewran roj vedişart, geh jî rojê rûyên me radimûsand. Em di kemînê de û heval li benda me ka dê çi were sere me li nav tirsê sekinîbûn. Wext diherikî beyî ku li gazin û lomeyên me guhdar bike. Leşkerên ku em dişopandin hatine dîtin. Destên xwe dihejand û bê tirs dimeşîn. Qet bawer nekiribûn ku em dikarin li pêş wan bikevine kemînê. Kêliya min leşker dîtin, hişê min hemû çû ser çentên wan û li xwarinê hizirîm. Çend caran min li hevalan nêrî û bi kenê xwe mîna ku hêvîyê ji wan re bişînim kenîm. Bi zerbûna êvarê re leşker hatin panzdeh bîst gavan nêzîkî me bûn. Me bi hev re gule li wan reşandin. Çar leşker li nêzîkî me ketin û pê re pê re berfa spî, sor bû. Cara duyem me li yên ku direvîn gule reşandin, min sê leşkerên ku ketin li wir jî dîtin. Lê ji wan pirtir çavên min li ser her çar leşkerên ku li nêzîkî me ketîbûn. Ji leşkeran pirtir li ser çentên wan bûn çavên min. Piling li min bi wateya ku bêje ez herim çenta binim nêrî. Êdî dinye hinekî tarî bibû, bi ser hejandina min re Piling ji cihê xwe pekî. Li pey wî Musa rabû û ew jî çû. Min xwe negirt, ez jî ji cihê xwe rabûm û çûm gel wan. Me çar çente û çar çek bi rextên wan ve girtin. Heta em gihiştine hevalan dinya tarî bibû. Piling her çar çente valakirin û xwarinên di çentan de ji hev cuda kirin. Biskuwît, çiqolat, xwarinên konservekirî, şekir û çayên yekcarî yên di kîsikên biçûk de hebûn. Piling pêşî biskuwît li me belavkirin. Me biskuwît bi dilxweşî xwarin. Piştî biskuwîtan, çend perçên çikolatan dane destên me û got, ´´ez hindik hindik belav dikim da dîsa xwarina me zû xilas nebin.´´ Bi xwarina biskuwît û çikolatan re em hemû zindî bibûn û me êş û janên xwe jibîrkiribûn. Milîsê me jî bibû xwedî çek û hersê çekên din me li binê latekê veşartin û me dîsa meşa xwe berdewam kir.
Piştî ku em meşîn bi demeke kin, berfê herder di nav mijê de hişt û me riya xwe winda kir. Mija berfê herder tarî kiribû û me ne dizanî ber bi rojhilat ve diçin, an ber bi rojava ve diçin. Barîna berfê heybeta çiyayê Agirî jî winda kiribû û xuya ne dikir. Mirov deh metre dûrî xwe nedidît. Bi barîna kulîyên berfê re, bayekî ku tifa mirov di devê mirov de zuha dikir dihat. Em li cihê herî sar yê çiyayên Tendûrekan li Gordî bûn. Çi cara ku em çûbana Gordî, dojeha Zerdeşt dihate bîra min û min ji hevalan re digot. ´´Zerdeşt pêxember teswîrê dojeha xwe li ber Gordî kiriye.´´ Gordî ewqasî cihekî sar û nexweş e, mirov nizanê çawa wê tarîf bike. Havînê em çend rojan lê mabûn, nedar lê hebûn û ne jî av. Me berfa ku di konçalên nav latên bilind de mayî dianî û diheland. Rojê çar pênc demjimêrên me li peydakirina av û daran diçûn. Li wê zivistanê neyar berê me dabû wî cihê sar da ku em ji serma biqûfilin û me jî li ber xwe dida.
Li ber wî bayê sar û barîna berfê dest û piyên min ji serma tevizîbûn. Min lave ji dest û piyên xwe dikir ku li ber xwe bidin û min li gel hevalan şermezar nekin. Ji ber jana tevizandina dest û piyên xwe, min bêdeng dikire hawar. Porên me, simbêlên me û birhên me hemiyan mîna depan li ber wê sermayê hiş bibûn.
Rêzanê me biryara meşê da û bi aliyekî ku wî jî nedizanî me bi kûve dibe meşî. Rêzanê me Piling bû xortekî çeleng û jêhatî bû. Me ji rêzaniya wî bawer dikir, xelkê wê herêmê bû. Ardnîgariya herêmê baş nas dikir, lê bagerê ne dihişt ku mirov çavên xwe veke. Li nav wê bagerê Piling meşî û em li pey wî çûn. Em dimeşîn, lê bi her gav avêtinê re ez diketim û radibûm. Piling li min nêrî û bi henekî pirsî. ´´Hevalê Serdar, tu li erdê li tiştekî digerî?´´
Min jî bersiva wî weke pirsa wî da, ´´Na heval, ez berfê didewisînim. Ji bo heval newestin, ez rê rast dikim.´´ Piling xwestibû moralê bidê min û min bikenîne. Bi ketin û rabûnê li nav hevalan dimeşîm. Lê kêliyên ku ez nediketim ji dilxweşî û şadiya min re jî gotin nebûn. Heval gelekî li ber min geriyan ku tûrê xwe û rextê xwe bidim wan. Xurura min destûr neda ku barê xwe li hevalên xwe bikim. Min her zêde ji du gêrîlayên ku nû tevlî me bûyîn şerm dikir. Ez dihizirîm ku ew nikaribin bimeşin. Ji herdu hevalan ditirsiyam ku li dijî birçîbûnê, li dijî sermayê û li dijî meşê nikaribin xwe ragirin. Min wer bawer dikir li nav wan mercên zehmet dê nikaribin, hukum li vîna xwe bikin. Ji zanîngehên metrepolên Tirkiyê hatibûn û herdu jî bajarî bûn. Hevalê Amed ji bajarê Wanê bû û hevalê Sîmar jî ji bajarê Mûşê bû. Cara pêşî li nav bagereke wisa dimeşîn, lê rewşa wan ji ya min çêtir bû. Rewşa hevalên keç jî mîna ya min bû û ji ya min gelekî neçêtir bû. Em hemû li nav rewşeke ne baş û westiyayî bûn....