Min berê bawer nedikir û mirov bi rê de xewnan bibîne. Lê min xewnên xweş bi rê de li nav wê meşê dîtin. Wê kêliya ku di xew de dimeşîm, ez û Biharê zarok bûn. Biharê bi destê min girtibû û ez kaşî nav leyîstikê dikirim. Bi ken digot, ´´were zû were, henekan neke.´´ Ez tenê nedilîstim, wê destê min dikişand ji bo bi pê re herim nav leyîstikê. Hîn caran Bihar bi min re dileyîst, destê min digirt û ez li pey xwe dikêşam. Carna dayîka min dida pêş û ez li pey wê bilez dimeşîm. Ez li nav xewnan bi her duyan re jî zarok bûm û vegeriyabûm şeş-heft saliya xwe. Li nav wê xilmaşiya jîn û mirinê dengê dayîka min hat û got. ´´Zû bimeşe! Zû bimeşe Emînê min, hinekî bilezîne.´´ Min dengê wê di guhên xwe de hîskir. Bi xurtî min gavên xwe bi pêş ve diavêtin. Cilên me hemiyan li ber wî bayê sar û hişk bibûn û bi wê rewşa rê wendakirî, bêyî ku Piling zanibe, em hatibûn nava gundekî û li deriyekî da. Xortekî ciwan derî vekir, kêliya diya wî em di wê rewşa xirab de dîtin, giriya û dest bi loriyan kir. ´´Wey lawo, wey lawo ez nemînim bo van xortên hêja û çeleng... ´´ Li ber loriyên pîrê, em derbasî nav malê bûn, lê pîrê nehişt ku em zû nêzîkî agir bibin. Pêşî em li dora sifra xwarinê rûniştin û bi dilxweşî me girara ku pîrê anî xwar. Wê şevê av ji me re germ kirin, me hemiyan xwe şûşt û cilên ziwa yên ku dan me, me li xwe kirin. Jina pîr bi destê xwe, dest û rûyên me hemiyan qirêmkirin û ji me re got, ´´ev derman ji şewata berfê re rind e.´´ Di ber karê pîrê re çavên hevalan hêdî hêdî dihate girtin. Me cilên ziwa, cihê germ dîtibûn û zikên xwe jî tijî kiribûn. Êdî me nedikarî xwe li ber giraniya xewê bigirin. Mûsa çend caran derket xwest li derdorê binêrê, lê ji ber bagerê bêyî tiştekî fêhm bike bi paş ve hat. Rojda jî mîna Mûsa û Piling zindî bibû. Ew jî carna derdikat li derdoran dinêrî û mîna Mûsa bê deh metreyan dûr bibînê bi paş ve dihat. Em çar keç û heft xort bûn. Jina pîr hevala Sosin, Fehîma û Cahîda birine aliyê jinan, ew li wir razandin. Em hevalên mêr bi herdu kurên wê re li jûra mezin bi xew ve çûn. Mûsa, Piling û Rojda heta sibehê şiyar maa bûn. Bi dorê derketibûn li derdoran nêrîbûn û zêrevaniya me kiribûn. Ez çawa bi xew ve çûm, min xewn dît. Ez dîsa çûbûm dema biçûkaniyê û li nav leyîstika fotbolê ketibûn dest û çokên min birîndar bibûn. Bi girî ji nav zarokan hatibûme malê û diya min birînên min derman dikirin. Ez di ber dermankirinê re digirîm û min digot, ´´gelekî diêşin,´´ diya min digot, ´´tiştek nabe, dema tu mezin bûyî, tê ji bîr bikî.´´ Ez bi giriyê xwe re ji xew şiyar bûm. Kêliya ez ji xew hişyar bûm, dinya ronî bibû. Mîna ku min ji xewna xwe bawer kiribû bitirs min li destên xwe nêrî û piştre destê xwe li ser çokên xwe gerand. Bi kelecana xewnê min hevalên din jî hişyar kirin û me xwest ji gund derkevin. Lê gundiyan nehişt ku em di wê bagera berfê de derkevin. Wê şevê hemû gundî bi me hesiyabûn û bi sibehê re hemû li dora me kom bibûn. Jina pîr ya ku hemû gundiyan jê re ”metê” digotin, ya dest û rûyên me qirêmkirin, ew bi hatina me agehdar kiribûn. Gundekî biçûk bû ji deh malan pêk dihat û hemiyên gund mirovên hev bûn. Biçûkiya gund û merivantiya wan ya hev, bi me re bawerî çêkir ku dê zerarê nedine me. Li ser hev heşt şev û heşt rojan bagera berfê nesekinî û em jî wan heşt şev û rojan li wî gundî man. Wan rojên em li gund mayîn, me di hemû karên gund de alîkariya gundiyan kir. Me hevalê kur bi mêran re av û giyayê pez û dewaran didayê. Bi mêran re gom û axur paqij dikirin. Berfa ser banan diavêt. Hevalên keç bi jinan re nan dipêjan, xwarin çê dikirin, nav malan paqij dikirin û li zarokan dinêrîn. Di wan heşt rojan de gundiyan wisa ji me hezkiribû, her malekê yek ji me kiribûne keç û kurên xwe. Ewqasî ji me hezkiribûn û me ji wan hezkiribû “meta gund” bibû meta me jî. Berî em ji gund derkevin bi rojekê metê hevala Sosinê ji kurê xwe re xwest. Em hemû li mala metê bûn, metê ji hevala Sosinê re got, ´´Sosinê keça min, xwazî tu bibûya bûka min.´´ Hevala Sosinê jî bêyî ku xwe hêrs bikê jê re got, ´´metê çima tu nabêje, xwazî hevalê Serdar bibûya zavayê min? Ji min re dibêjî xwazî tu bibûya bûka min?´´ Rojda bi ken got, ´´metê dizane ku ji bûkanînê re qelan divê û dizanê ku partiyê qelan qedexe kiriyê û qelanê te naxwaze. Lê heke hevalê Serdar bikê zavê xwe jî, dizane ku hevalê Serdar nikarê qelan bide.´´ Hevalên li wir hemû kenîn, metê zanî ku teklîfa wê şaş bû û bi şerm got, ´´min go, xwazî yeke mîna Sosina keça min, bibûya bûka min. Ez dizanim ku hûn bi Kurdistanê re zewicî ne.´´ Ji ber kenê hevalan û gundiyên li wir ji metê pirtir kurê wê Şemsedîn şermkir û ji hundir derket. Piştî wê Şemsedîn, êdî li cihê ku hevala Sosinê lê bana ew nedihate wir. Roja me xatir ji wan xwestî û ji gund derketin jî bi şerm destê xwe dirêjî hevala Sosinê kir. Roja nehan bager sekinî û hewa xweş bû û roja dehan em li ber giriyê jinan ji gund derketin. Heta ku em ji ber çavên wan winda bûn jinan, mêran û zarokan destên xwe ji me re hejandin. Dayîkên me yên nû tûrên me ji xwarin û şîraniyê tijî kiribûn. Her yekê du cot goreyên rîsî û bincilên nû xistibûne tûrê me. Tûtûn û kaxizên cixaran jî jibîrnekiribûn...´´