Me biryar da ku em herine gel hevalên li çiyayê Agirî û wê zivistanê li kampa wan bimînin. Li nav wê berfê em tam sê rojan meşîyan, nû me û hevalan hevûdu dît. Dema hevalan em dîtin ji şabûnê nizanîbûn çi bikin. Xwaziya min bi wê kêliyê ku me hevûdu dîtî û bûyî sedema dilxweşiya me. Hevalan em mirî zanîbûn û nûçeya mirina me li nav hevalan belav bibû, ew zanyarî heta ba serok jî çû bû. Karê ku pêşî hevalan kirî nûçeya saxbûna me bi cîhazê mezin ji navenda partiyê re gotin û wê şevê ji me re şeva moralê çêkirin. Heta sibehê me li stranan guhdar kir û li ber stranan me govend gerand. Em ji nav malbata gundê biçûk, hatibûna nav malbeta mezin. Em êdî li nav baskên çiyayê ser bimij bûn û di bin parastina wî de bûn. Heybeta wî û vîna me bibûn gerantiya me. Piştî ku du rojên me bi stran, govend û bi pêkenokan derbasbûn. Me milîsê xwe bi paş ve şande mala wî. Em wê zivistanê bi hevalan re heta biharê man. Li çiyayê Agirî werzên salê li nav hev dijîn. Lê tu demên salê zivistan konê xwe bi temamî bar nake. Nîvê salê zivistan û bihar bi hev re dijîn. Ji meha Adar û Nîsanê zivistan hêdî hêdî ber bi jor ve diçe û bihar wê dişopîne. Bi destpêka payîzê re, bihar xwe ber bi jêr ve berdide û zivistan li pey wê tê. Caran hêdî û hin caran jî bi revê heta deşta Ixdirê û Êrîvanê xwe ber didin. Bi gihiştina deştê re zivistan hukumdariya xwe îlan dike. Êdî ji Êrîvanê heta Bazîdê ji wir heta Maku û deşta Nexçevanê her der dikevine bin hukumdariya zivistanê. Çemê Aras jî serî li ber zivistana Serhedê diçemîne. Bi hatina cejna Newrozê re perdeya spî ya ku zivistan pê rûyê zemînê vedişêre, êdî hew dikarê xwe li ber tava destpêka biharê bigire. Bi teyîsandin tîrêjên tavê li ser berfê re, pêşî yeko yeko berfîn bi tirs berfê qul dikin û bi hezkirin li tava rojê dinêrin. Berfîn kulîlkên destpêka biharê ne. Pêşî ew li nav berfê têne dîtin û di demeke kin de gir, gelî û newalên derdorên çiyayê Agirî dixemilînin. Bi hatina biharê re li her cihî dibe şireşira ava zelal. Li ber wan avên paqij û zelal her corên geya û pincaran şîn dibin. Bi şînhatina gul û giya re sifreyên xwarina gêrîla jî dewlemendtir û bi çêjtir dibin. Me hemû corên giya û pincarên Kurdistanê nasdikirin. Me navên wan dizanin û dizanin çêja kîjanî çawa ye. Kîjan tê xwarin û kîjan nayê xwarin. Mîna zanîna cihê her kaniyê, her latê, her gelî û her çiyayî navên hemû geya û pincarên wan çiyan jî me dizanîn. Li nav gêrîla gelek tişt û cih bi navên wan ên nû têne naskirin. Wateya navên wan û serboriya wan li nav gêrîla ji ya li nav gel cudatir e. Me navê gelek ji wan giya û cihan, bi kirinên hevalan û bi navê hevalan bi nav kiribûn. Me hin bi xemgînî û hin jî pêkenokî ji hev re digotin. Her grupê nav û serboriya wan ji hevalên ku nû dihatin re digotin. Me cejna Newrozê ya wê salê li çiyayê Agirî bi hev re bi govend stran û şanoyan pîroz kir. Piştî pîrzokirina cejnê, me bi hevala Cahîda û Mûsa re hevalên westiyayî, yên nexweş, yên ku pêwîstiya wan bi perwerdê hebû û yên ku nû tevlî nav refên gêrîla bibûn şandine herêma parastina Medya. Grupa ku ez jî di nav de bûm, me xwe ji çûna çiyayên Tendûrekan re amadekiribû. Grupa me ya vê carê, ji bîst û yek gêrîlayên ku bi salan li herêmên cuda li nav şer mabûn, pêkdihat. Em duwanzdeh mêr û neh jin bûn. Çekên me nû bûn, sê Bikîsî, sê arpecî û sê qernasên me jî hebûn. Ji şer re hevalên me û çekên me mukemel bûn bi wê moralê me û hevalên li çiyayê Agirî xatir ji hev xwest û em ber bi Tendûrekan ve meşîn. Berî em dest bi çalakiyan bikin, me xwest herine serdana gundiyên ku em li wan rojên bagera berfê li malên xwe xwedî kirin. Me heval li kampa xwe ya nû hiştin û ez, Rojda û Piling çûne nava gund. Çawa Metê em dîtin, bayê hatina me li nav gund belav bû. Zarok, jin, kal û pîrên gund li dora me civiyan. Rûyên hemiyan dikenî û bi çavên mereqkirina çawa me zivistan derbaskiribû dinêrîn. Bi hev re dipirsîn, em çawa li nav wê berfê meşîbûn, me zû heval dîtibûn an na, xwarina hevalên li wir têra me hemiyan kiribû û gelek pirsên din ji me pirsîn û me bersiv da. Heta serê sibehê em bi hev re man. Berî dinya ronî bibe, me xatir ji wan xwest û vegeriyan ba hevalan. Ez nikarim dilxweşiya wê kêliyê ya me û gundiyan tarîf bikim. Çiqasî tarîfa xwarinekê ji mirov re were kirin jî, mirov çêja wê xwarinê di devê xwe de hîsnake. Her wisa bi gotinan şabûn û dilxweşiya me û gundiyan ya wê kêliyê naye ziman. Li nav gêrîla hezar û yek asteng têne pêşiya mirov. Hezar û yek şadî û dilxweşiyên wek ku mirov ji nû ve werê jiyanê têne pêşiya mirov. Rojek jiyana li nav gêrîla ji temenekî jiyana weke ya robotan çêtir û xweştir e. Li nav gêrîla ne deyîndarî heye, ne maldarî, ne hevxapandin û ne jî tirsa ka dê jiyana sibe çawa be heye. Jiyan li wir bi zanîn û bi ciwanî derbas dibe...´´