Welatên Rojava roja çarşemê bang li Konseya Ewlekariyê kirin ku 10 rojan muhletê bide hikûmeta Sûriyeyê da ku çekên xwe yên giran ji bajaran vekişîne. Her wiha bang li Konseya Ewlekariyê hate kirin ku heke rejîma Sûriyeyê çekên giran venekşîne û bombebarana li ser bajaran ranewestîne ew dê bi ambargor û cezakirinên giran re rû bir û bimîne.
Çav li rê ye ku piştî 20 mehê muhleta ji bo şandeya çavdêrên Navneteweyî bidawî bibe Konseya Ewlekariyê biryareke nû derbarê Sûriyeyê de bide. Ji aliyekî din ve Rûsyayê jî daxwaz dike ku dema çavdêrên navneteweyî hinekî din were dirêjkirin û dest bi diyalogekê were kirin ku hemû aliyên muxalefetê tevli vê diyalogê bibin.
Li gorî vê pêşnûmeya nû ya Welatên Rojava heke Sûriyeyê di nava 10 rojan de daxwazên wan pêk neyne dê Konseya Ewlekariyê li gorî madeya 41 ya peymana Neteweyên Yekbûyî tevbigere û rejîma Sûriyeyê li gorî wê madeyê ceza bike.
Ji aliyekî din ve jî nûnerên Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan jî hewldanên xwe yên dîmlomasî dike û piştî Şamê çû serdana Tehran û Bexdayê jî da ku plana xwe ya nû an jî ya sererastkirî bi wan bide qebûlkirin û piştgiriyê ji wan werbigire.
Piştî ku Rûsyayê ragihand ku ew ê firotina çekan bo Sûriyeyê rawestîne, vê yekê hêviyek da muxalîfên Sûriyeyê. Muxalîfên Sûriyeyî li Moskovayê dest bi hin hevdîtinan kirin, lê belê hêviyên wan Şikestin. Piştî ku aşkara bû ku Rûsyayê fîloyek ji 11 keştiyên şer pêk tê şandine peravên Tartûsa Sûriyeyê, êdî hêviya ku dihat kirin ku dê Moskova êdî piştgirî nede Esad pûç bû. Alîkarê Serokê Ajansa Hevkariya Teknolojî ya Leşkerî ya Rûsyayê Vyacheslav Dzikaln di daxuyaniya weşand de ragihand ku ev keştî ji bo parastina hewayî ya Sûriyeyê ne û helîkopterên êrîşê hildigirin.
Dzikaln bal kişand ser daxuyaniya Rûsya ya der barê firotina çekan bo Sûriyeyê de jî û got ku dê tenê bi armancên parastinê çek û teknolojiya leşkerî bo rejîma Sûriyeyê bên transferkirin. Dziklan ragihand ku Koçika Spî ji vê yekê haydar e û tu gumanek wan jî tune ye.
Di saeta ku rayedarê Rûs Dzikal ev daxuyanî dida de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi bi muxalîfên Sûriyeyê re hevdîtin pêk dianî. Tê diyarkirin ku Lavrov bi aşkereyî di vê hevdîtinê de ragihandiye ku ew ê piştgiriya xwe ya ji bo rejîma Esad bi temamî qut nekin. Lavrov di daxuyaniya piştî hevdîtinê da de, xwest muxalîf jî û hikûmet jî tundiyê rawestînin û got ku divê gelê Sûriyeyê bi xwe dahatûya welêt diyar bike.
Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê Ebdulbasit Seyda jî di daxuyaniya da rojnamevanan de diyar kir ku heta niha jî Rûsya dibêje qey dê bê çûyîna Esad jî aşitî pêk bê. Her wiha li gorî agahiyên ji ajansên Tirkiyeyê jî dê serokwezîrê tirk Erdogan jî serdana Rûsyayê bike.
Ji Rûsyayê destevala vegeriyan Hêviyên ji Rûsyayê