Rûniştina biryarê ya Şerdarê Sêrtê Selîm Sadak û nûcegîhanê DÎHA’yê Abdullah Çetîn jî di nav de 7 kesên ku di Gulana 2010’an de beşdarî rêwresma cenazeyê gerîlayê HPG’ê Asiye Gunduz bûn, hat dîtin.

Rûniştina biryarê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştinê de nûcegîhanê DÎHA’yê Abdullah Çetîn, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Endamê Meclisa BDP’ê yê berê Nezîr Gulcan, dayika gerîlaya HPG’ê Asiye Gunduz Kamile Gunduz, bavê wê Mehmet Gunduz, Omer Pîşkin û Kerem Yildiz û parêzerên wan amade bûn. Di rûnişitnê de parêzer Keziban Yilmaz îdîayên der barê muwekilê xwe de îtiraz kir û beraet xwest. Civata dadgeha rejîma Tirk piştî navber da rûniştinê, nûçegîhanê DÎHA’yê Abdullah Çetîn beraet kir û der barê Şaredar Sadak û 6 kesên din de bi îdîaya ku ‘Propaganda rêxistinê kirine’ ji bo her kesekê-î 10 meh cezayê girtîgehê birî.

ANF/SÊRT