Bûyerin hene, ji ber girîngî û pîrozweriya ku di xwe de dihewînin; demê, dema mîna çemekî liherik tu bi bendavekê bibirrî, dibirrin, berê demê diguherin; di delavê demê de serdemekê nû didin detpêkirin.
Jixwe gotin e, ‘ riya herî dûr û dirêj bi gavekê destpêdike’! Piştî ku te gav û avêt û pê ve, êdî bi her gavê re, riya ku te dayê serê, tu ê gav bi gav bibirî!
Helbet hinek dê biwestin li ser rê. Helbet hinek dê jovan bibin dagerin; dê berê xwe biguherin ji ser riya ku di destpêkê de bo wan jî pik î pak û pîrozwer bû.
Lê, rê, riya ji hêlekê ve direj ji rexekî ve bibe evrazekî ku rapelike çiyayên serî di nava telpên mij û ewran de windabûyî; ku her qevz bîhnê li meriv biçikîne, mirovinan mandû bike, dilînên jovaniyê bi hinekan re çêbike, hinek jî dê di nîvê rê de biwestin, ji nava rêwiyên li ser riya rojê berê wan li rojê, dê veqetin! …
Veqetiyan, westiyan, ji ser riyê dageriyan…
Bi dagerin, bila biwastin!
Kî biweste, kî mandû bûbe ne xem e.Ne xem e, ji ber ku rêwiyên ewil di bin tava tebaxê de şopên xwe li ser eniya riyê, riya berê wê li roj û azadiyê, kolan û meşiyan. Û ew rê, bi meşa wan re ew roj e ev roj e bû bergeh, bû perestgeh, bû fêrgeh, bû xwendegeh!
Eseh, dawiya vê riyê pertew pertew ronî ye, azadî ye!
Min li lênûska xwe îro,sihar sihar wisa nivîsiye:
esmer esmer, awirxencer, enîqemer bûn*
şerker bûn, tovê şerbûn, li axê belav bûn
û bûn adar û vebûn, bûn nîsan û vebûn, bûn gulan û vebûn
û pirr bûn, pirr bûn, pirr bûn
beybûn beybûn,hebûn hebûn bûn serxwebûn
rengê agir bûn ew, agir bi xwe bûn
ji salan 84, ji heyvan Tebax bûn!
*derbirînên kêlîkê, bo pêşêngên Tebaxê
Ji salan 84 ji heyvan Tebax bû