Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku li derdora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bicivin û bi hemû hêza xwe ziman û nasnameya xwe biparêzin. Daxuyanî wiha didome: “Yek jî encamên herî xerab ku sedsala 20’an li pey xwe hiştiye, polîtîkayên serdestan ên li hemberî zimanê gelên bindest bû. Hewldanên tunekirina zimanên derveyî zimanê desthilatdaran yek jî polîtîkayên ku li seranserê cîhanê herî zêde hate meşandin bû. Ev polîtîka di asta qirkirina çandî de hate meşandin. Bi awayekî zêde polîtîkayên pişaftin û xwepişaftinê dane meşandin. Bi teybet li Rojhilata Navîn ev rewş bêhtir berbiçav bû. Derbarê vê mijarê de gelê Kurd ziyana herî zêde dîtiye. Ji ber ku Kurdistan ji aliyê çar dewletan ve hatiye parçekirin. Ew sîstem ji aliyê dewletên serdest yên cîhanê ve hatibû pêşxistin û di bin çavdêriya wan de dihat meşandin. Ji ber vê yekê jî ziyanên wê pir zêde ye.”
Kurdan berdêl da
Daxuyanî wiha didome: "Roja li hemberî rejîmên desthîlatdar û dagîrkeran bi pêşengiya xwendekarên zanîngehê, bi daxwaza zimanê zikmakî berxwedan û serhildana gelê Bengalî ye. Di wê rojê de 11 xwendekar ji hêla rejîma dagirker ve bi awayekî hovane hatin kuştin. Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Netewên Yekbûyî UNESCO’yê, di sala 1999’an de, ew roj weke roja zimanê zikamakî ya navnetewî ragihand. Her çiqas roja 21’ê Sibatê ji aliyê UNESCO’ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ve weke roja zimanê dayîkê hatibe pejirandin jî vê yekê dawî li polîtîkayên qirkirina ziman neaniye. Gelê Kurd jî ji bo parastina ziman, nasname û hebûna xwe di dirêjiya sedsala 20’an de berxwedan û tekoşîneke bêhempa meşand.”
Bê nasnametî tinebûn e
Derbarê parastin û vejîna ziman û çanda kurdî de ev tişt hatin gotin: “Di pêvajoyeke ku Gelê Kurd ber bi tûnebûnê ve diçû bi pêşengiya Tevgera Azadiyê ji nû ve şoreşa vejinê pêk anî û hebûna xwe parast. Ji bo parastina ziman û hebûna xwe Gelê Kurd berdelên giranbaha dan. Di van salên dawî de yek jî qada ku tekoşîn têde bilind bûye Rojavayê Kurdistanê ye. Bi teybet piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê bi berdelên mezin nirxên şoreşê hatine parastin. Leheng û pakrewanan ji bo parastina rûmet, ziman û nasnameya me bê dudilî, bi ruhekî fedayane, bi eniyek vekirî û serbilindî canê xwe feda kirine û em gihandîn deriyê azadiyê. Îro em deyndarên wan pakrewanan in. Li çand, ziman û nasnameya xwe, li nirxên ku wan bi can û xwîna xwe avakirin xwedî derketin, li wan xwedî derketin e. Lewre ziman, nasname, hiş û bîra civakî ya gelan e. Ziman, hêmana serekê ya pêşxistin û pêşvebirina civakîbûnê ye. Sedema hebûna mirov, çand û civakan e. Li zimanê xwe, li çanda xwe xwedî derketin pêwîstîya mirovbûnê ye. Yê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve li tu tiştekî xwedî dernakeve.”
ANHA/AMÛDÊ