Buroya Karûbarên Rojhilata Navîn ya IHRC'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku li derdora bajarê Serêkaniyê komên çekdar li dijî welatiyên sivîl ên jin, zarok û pîremêr komkujiyek pêk anîne. Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku di komkujiyê de 7 zarok, 4 jin û 4 pîrmêr ji aliyê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û hevalbendên wê yên din, hatine kuştin û hate zanîn ku piştî pevçûnên bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re, komkujî pêk anîne.

Desteya NY'ê ya Mafên Mirovan metirsiya xwe ya der barê kiryarên li dijî welatiyên sivîl de anî ziman û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Komîsyona Navneteweyî rewşa herêmê baş dişopîne û metirsiyên wê yên der barê kiryarên komên radîkal ku bê sedem welatiyên sivîl dikujin tîne ziman. Evan koman itîrafê bi Rewatiya Navneteweyî (Şeriyeta Navneteweyî) nakin.”
Di daxuyaniya Komîsyonê de hate destnîşan kirin ku DAIŞ’ê bi zanebûn zeviyên welatiyan şewitandine û ji ber vê yekê welatiyên gundên Tilêliyê û Timad neçarî koçberiyê kirine. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Evan koman gelek caran derbaskirina alîkariyan ji welatiyan re asteng dikirin û hemû hevpeymanên ji bo derbaskirina alîkariyan binpê kirin. Piraniya van koman girêdayî DAIŞ’ê ne û ne ji welatiyên Sûriyê ne, lê belê komên nîjadperest ji gelek dewletên Îslamî û Ereban e.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Komîsyona Mafên Mirovan a Navneteweyî ya girêdayî Netewên Yekbûyî vê komkujiya bi tundî şermezar dike. Her wiha bang li hemû aliyên têkildar û yên ku piştgiriya van koman dikin, kir ku piştgiriya van koman nekin û ji bo derbaskirina alîkariyên madî û lojîstîkî ji van koman re dê berpirsiyar bin.”

NEW YORK