
Li Amedê 5'emîn Konferasa Zimanê Kurdî li Salona Konferansê ya Cegerxwîn pêk hat. Endama Dîwana Serokatiya KCD'ê Mulkiye Bîrtanê ji bo dîwana konferansê hat hilbijartin. Konferans bi tevlîbuna nûnerên Kantonên Kobanê, Cizîr û Efrînê, Hevseroka KCD'e Selma Irmak, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Sîbel Yigitalp, Çaglar Demîrel, endam û reveberên DBP-HDP, KURDÎ-DER û TZP Kurdî, 150 delege û gelek welatiyan pêk hat.
Boykotên demdirêj
Konferans piştî axaftina vekirinê, rêvebera TZP Kurdî Ayşe Newroz xebatên heta niha meşandin vegotin. Newroz diyar kir ku xebatên ku heta niha ji bo zimanê kurdî pêk hatine kêm in û got: "Divê ji bo perwerdehiyê em hin xebatên xweştir bikin. Ji bo vê jî divê boykotên demdirêj pêk werin."
'Saziyên navçeyan bikin akademî'
Li ser navê Kongreya Jinên Azad, Ayşe Gokkan jî di konferansê de axivî. Gokkan destnîşan kir ku di mijara ziman û perwerdehiyê de rolekê mezin dikeve ser milê dayik û jinan û weha peyivî: "Ji bo ku em di warê ziman û pêşxistina wê de bixwazin xebatan bikin, divê em bendewariya xwe ji dewletê qut bikin. Jixwe li her navçeya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê herî kêm 10 saziyên me hene. Meclîsên taxan, komaleyên taxan, partiyên siyasî û gelek saziyên din hene û divê ev sazî hemû wekî akademiyên perwerdehiyan bên bikaranîn."
'Bendên li hemberî azadiya xwe qebûl nekin'
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel jî got, gelekî ku bend hilweşandin divê qet bendên li hemberî azadiya xwe qebûl û nad neke û wiha axivî: "Li avahiyên HDP'ê yên Mêrsîn û Edeneyê bombe teqandin û negihiştin armanca xwe. Li Amedê li mîtînga HDP'ê bombe teqandin dîsa negihîştin armanca xwe. Gelan di 7'ê Hezîranê de bersiva xwe da, û ev bendên li hemberî azadiyê hilweşandin."
AMED