Biryarên di civînê de hatin standin ne:
- Di 15’ê Tebaxê de dê meşek berfireh bê lidar xistin.
- Sînorê Rojava û hemû perçeyên Kurdistnê ne milkê tu aliyê siyasî ye û ev ê hemû Kurdistanê ye.
- Ji rayederên Başûr were xwestin ku di zûtirîn dem de sînorê di navbera Başûr û Rojava de vebike.
- Em bang li gelê Başûr û oldaran dikin ku berê xwe bidin sînorê Pîşxabûr da ku deriyê sînor ê Sêmalka vekin û li wir civîna çapemeniyê were lidar xistin.
- Em bangli parlamanterên Başûr û bi taybet ên muxalif dikin ku girtina deriyê Sînor di civîna parlamantoyê û saziyên çapemeniyê de binirxînin.
- Komîteya ku hatiye avakirin wê serdana partiyên siyasî û rêxistinên sivîl bike da ku piştgiriya Rojava bikin û helwesta xwe der barê girtina deriyê sînor ê Pişxabûr de nîşan bidin.
- Komîteya Amadekar a Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê pêwîste ji bo vekirina deriyê sînor zextê li rayedarên başûrê Kurdistanê bike. Ger wê yekê neke dê Konferans bê wate be.
- Yekîtî Niştimanî Kurdistanê ku wek beşek ji Hikûmeta Başûrê Kurdsitanê ye pêwîste helwesta xwe derbarê girtina deriyê sînor de zelal bike.
- Pêwîste Oldarên Îslamî û Meleyên mizgeftan ên Başûr di xutbeyên Înê de alîkariyê ji bo Rojava kom bikin.
- Pêwîste gelê Başûr alîkariya madî, xwarin û dermanan ji bo gelê Rojava bike.
Her wiha hat diyarkirin ku di rojên pêş de wê hesabek a banqê ji bo alîkariyan were diyar kirin û li ser saziyên çapemeniyê were aşkera kirin.
ANF/SILÊMANÎ