Civaka Îslamiya Kurd (CÎK) bi munasebeta Cejna Ramazanê peyama, „Di bin vê rastiyê de, em cejna Remezanê li gelê kurdê mezlûm û hemû misilmanên cihanê pîroz dikin. Em hêvî ji Xwedayê mezin dikin ku roja pêkanîna edaleta îlahî li xaka Kurdistanê û erdnigariya misilmanan nêzîk bike“ da. CÎK’ê bal kişande ser rewşa Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn a aloz û bendewarî û hêviyên ku bi munasebat cejnê ji elê Kurd dike wiha rawe kirin: “Tu eleqeya wan mexluqên ku fetwaya talanê, qirkirinê û destdirêjiyê dane bi îslam û însaniyetê re tûne ye. Wan mexluqan sonda qirkirina kurdan û tunekirina hemû nirxên wan xwarine. Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybet û gelê Kurd temamî qirkirin û ruxandineke mezin re rû bi rû ye. Divê ev rastî bigihe mirovahiya cihanê û hemû misilmanan. Kurd di bin van şertan de diçin cejna Remezanê.
Doza heq a gelê Kurdistanê hem mirovî û hem jî îslamî ye. Gelê Kurdistanê û hemû misilmanên cihanê bo parastina rûmeta ola îslamê mecbûr in ku alîkariya madî û manewî bidin kurdên kû malen wan hatine rûxandin û ew hatine qetilkirin. Ev yek emrê Ellahû Teala ye û ferz û wacib e.
Bila baweriya we hebe, ger kurdên Rojavayê kurdistanê bi taybet û gelê Kurd bi giştî serkevin, dê ola îslamê û mirovahî biser bikeve. Ji ber vê yekê, erkên mezin dikevin ser milên misilmanên cîhanê û gelê kurd. Divê hed û hidûdê nîşanê van har û hov û cahilên ku rûmeta îsalemê û ya mirovahî girtine bin piyan bê dayîn û destê şefqetê dirêjî kurdên mezlûm û jar bê kirin.“
KNK: Bi hêviya cejnên azad
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya cejna Remezanê peyamek weşand. KNK’ê got, „Sibe cejn e, cejna Remezanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li Rojavayê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin“ û destnîşan kir ku ya sosret ew e ku yên êrîşî gelê Kurd dikin, ne tenê xwe Misilman didin xuaykirin, xwe weke serok-rêberên Misilmanan didin nîşandan.Peymana KNK’ê bi vî rengî dewam dike: „Em bi hêvî û bawer in ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe, li welatê xwe yê azad pîroz bike.
Bi vê munasenetê em cejna Remezanê, di serî de li girtiyên azadiyê, li hemû şervanên azadiyê yên li Rojava, li Başûr û li hemî cepheyan de berxwedana bê hempa dikin û yên li seranserê Kurdistanê nobeda azadiyê digirin, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin.“
Ji Hevserokên HDP’ê peyama cejnê
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, bi wesîleya Cejna Remezanê peyamek weşandin.Di peyamê de hat gotin, „ „Em bi wesîleya Cejna Remezanê dixwazin peyama xwe ya aştî û biratiyê bişînin ji hemû cîhanê, bi taybetî jî Alema Îslamê re. Hêviya me ew e ku şer û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê, li Sûriye û Iraqê dewam dikin tavilê bi dawî bibin, ev êş biqede, li Rojhilata Navîn a ku bexçeyê gel û bawqeriyan e rewş û xemla aştî, demokrasî û aramiyê şîn bibe.
Daxwaza me ew e ku têkoşîna aştî û azadiyê ya li Tirkiyeyê rê li ber aştî, çareserî, aramî û biratiyê veke. Girîng e em têkoşîna xwe ya demokrasî, edalet û aştiyê ji her demê bêhtir mezin û xurt bikin. Bi vê bîr û baweriyê em Cejna Remezanê li gelên xwe û gelên Rojhilata Navîn ji dil û can pîroz dikin.“
NAVENDA NÛÇEYAN