Li gor ahagiyên hatine bidestxistin, kargoyên ji derveyî welat, bi rêya MNG Kargo û Atlas Jet hatine şandin, di destpêkê de anîne balafirgehên Edene û Dîlokê û ji vir jî ji deriyê sînor ê Karkamişê yan jî di ser Kaniya Xezalan re ji deriyê sînor ê Girê Spî beriya niha radestî DAIŞ’ê, hatiye kirin.
Hê nehatiye zelal kirin ku heta niha ji deriyên sînor ên Karkamiş û Kaniya Xezalan çiqas alîkarî ji DAIŞ‘ê re hatiye şandin. Lê belê tevî alîkariyên di ser Tirkiyeyê re hatine şandin, lîsteyên kelûmelên tibbî û alîkariya însanî yên ji aliyê welatên rojavayî û şîrketên kargo yên rojavayî ve hatine şandin, nû aşkera dibin.
Rayedarên kargo jî piştrast kir
Piştî ku di meha Hezîranê de Girê Spî yê li pêşberî navçeya Kaniya Xezalan hat azadkirin, cihên DAIŞ‘ê weke depoyên kelûmelên tibbî û xwarinê bi kar dianî, yek bi yek derketin holê.
Di encama lêkolînên li depoyan hatin kirin de, tespît bû ku kelûmelên tibbî ji aliyê şîrketên hewayî yên MNG Kargo û Atlas Jet ve hatine anîn.
Mînak di koliyên bi barkodên 15-0013109-01-00017 û 15-0013109-01-00014 ên di 19’ê Çileya 2015’an de hatin şandin, kelûmelên tibbî yên ji DAIŞ’ê re hatine şandin, derketin holê. Ev kelûmelên tibbî, demekê li Kargeha NASCO-Taybet Antrepo ya li Balafirgeha Dîlokê hatin sekinandin, dûre bi rêy bejahî di ser Kaniya Xezalan re ji DAIŞ’ê re hatin şandin.
Nûçegihanên ANF’ê xwe gihand rayedarên şîrketa MNG Kargo yên û wan diyar kirin, ku koliyên bi vê barkodê hatine şandin ji derveyî welat hatine şandin û şopandina yê şandiye û yê werdigire, ancax bi lêpirsîna dozgeriyê dikare derkeve holê.
Alîkarî ji bo kê hatiye şandin?
Di depoyên li Girê Spî de her wiha kelûmelên tibbî yên saziyên alîkariyê yên navneteweyî jî hatin dîtin. Yek ji van jî kelûmelên tibbî yên ji aliyê International Rescue Committee (Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî) ve hatiye şandine ku ev sazî li herêmên şer û koçberî lê heye, dixebite.
Nayê zanîn ku ev kelûmelên tibbî yên Komîteya Rizgarkirinê ya Navneteweyî çawa gihaştiye depoyên DAIŞ‘ê. Ev rewş pirsên ‘Gelo alîkariyên ji rêxistinên din ên mûxalîf re hatine şandin ji aliyê DAIŞ‘ê hatine desteserkirin an jî ev alîkarî yekser ji DAIŞ’e re hatine şandin?” xist rojevê.
ANF/GIRÊ SPÎ