
Xwastin çerxereyê dîsa bi dest bixin
Piştî ku çerxerê hat rizgarkirin, xeta parastinê ya çeteyên DAIŞ`ê ku li herêma çerxerêya Kutab çêkiribûn, hat şikandin. Çeteyên DAIŞ`ê ji bo careke din herêma çerxereya Kutab dagir bikin, gelek caran bi dijwarî êriş kirin.
Di heman demê de di 3 rojan de, çeteyên DAIŞ`ê bi sê tirempêlên bombebarkirî êrişî wê herêmê kirin. Beriya tirmpêlên çeteyan bigihêjin armanca xwe, şervan bi wan hesiyan û tirempêlên çeteyan ji dûrve teqandin. Di van êrişan de, çeteyên DAIŞ`ê derbên giran xwarin û di encamê de gelek çete hatin kuştin. Gelek cenazeyên xwe li meydana şer hiştin û reviyan.
Koma Dîlok-Semsûr-Konya asê ma
Koma Dîlok-Semsûr-Konya ya li nava DAIŞ'ê ku li bajêr asê maye li gorî axaftinên wan yên li ser cîhazan tê xuyakirin, ketine panîkê û hewl dide bi wesayîtên bombebarkirî êrişan pêk bîne.
Li gorî agahiyên nûçegihanan, hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, êvara 22'ê Hezîranê gundê Qenat El Şêx Tebax ê kîlometreyekê dûrî Minbicê rizgar kirin. Di şerê li vî gundî de bi dehan çete hatin kuştin.
Her weha li gundê li başûrê Xaçerêya Şerîa yê li ser rêya Minbic-Helebê, xebatên ji bo paqijkirina gund ji mayîn û xefikên bombeyî hate destpêkirin. Di encama vî karê lêgerîn û paqijkirinê de şervanên Minbicî, 15 cenazeyên çeteyan dîtin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di heman demê de 7 kalaşnîkov û 500 fîşekên wê, 100 rext, 5 êlekên xwekujî, yek RPG (Roketavêja B-7), hawanek, 300 guleyên BKC û 6 bombeyên destan desteser kirin.
Kargeha alavên leşkerî hate rizgarkirin
Li gundê Hac Abdîn ê Minbicê navendeke çêkirina alavên leşkerî ya çeteyan doh hate rizgarkirin.
Ev navenda ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê wekî cihekî girîng dihate bi kar anîn, li gundê Hac Abdîn ê li rojavayê bajarê Minbicê ye. Li vê navendê gelek alavên leşkerî û belge hatin dîtin ku çeteyan bi kar dianî.
DAIŞ´ê 900 şêniyên Kurd revandin
Çeteyên DAIŞ’ê li dijî Kurdên herêma Babê komkujiyeke din pêk anî. Herî kêm 20 welatî hatin kuştin û 900 kes jî hatin revandin.
Çavkaniyên taybet ên ANHA’yê ji herêma Babê ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê 15 gundên Kurdan ên girêdayî Babê dorpêç kirine, her gav û saet êrîşî welatiyên van gundan dikin.
Çeteyan ji van gundan 900 welatiyên Kurd ku di nava wan de jin û zarok jî hene, revandin û ew xistin Girtîgeha Bajarokê Qebasînê yê ser bi Babê.
Li gorî heman çavkaniyan, çete girtiyan bi zorê dişînin bereyên şer ên bajarokê El-Rayî û Minbicê û xendekan bi wan didin kolandin, her wiha wan wekî mertalên zindî bi kar tînin.
Ji girtiyan 20 kesên ku hewl dan xwe ji destê çeteyan xelas bikin û fermanên wan red kirin, li ser destê çeteyan bi şêwazekî hovane hatin kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.
Gundên ku pirraniya şêniyên wan Kurd in û rastî êrişên çeteyan tên, ev in: Qar Kelbîn, Qibet El-Şîh, Ereb Wêran, Kehîbê, Sosinbat, Şibêran, Til Betal, Kawkulî, Şawa, El-Erîmê, Til Cerha, Numan, Qebasîn, El-Nêrebiyê û El-Boxaz.
Ciwan berê xwe didin meydanên şer
Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina Minbicê bi dehan ciwanên ji zilma DAÎŞ'ê xilas bûne, çekan hildigirin û berê xwe didin meydanên şer.
Yek ji van ciwanan, kesê bi navê Enwer Şiblî El Firs ku ji gundê Firs e, ji ANHA’yê re axivî û got: “Ez li bendê bûm ku gundê me rizgar bibe û tevlî vê hêzê bibim. Dema ku gundê me rizgar bû ji bo ku bi rola xwe rabim di nava şervanan de û gelê xwe xelas bikim, tevlî nav refên meclîsa eskerî bûm. DAIŞ’ê her tişt bi darê zorê bi me dida kirin. Min azadiya xwe û tevahiya gelê xwe di nava hêza Minbicê de dît. Vê yekê hişt ku ez werim û tevlî bibim.”
‘Em jî parastina welatê xwe bikin’
Elaa Bekarî (32) ku bavê zarokekî ye jî destnîşan dike ku parastina welat bar û wezîfeya herkesî ye û weha axivî: “Armanca me ew e ku em jî li kêleka şervanên Minbicê parastina welat û şerefa xwe bikin. Banga min li gelê me ew e ku her kes dest bide hev da ku em êdî ji tarîtiya çeteyan rizgar bibin. Min ev hêz û bawerî tenê di nava refên van şervanan de dît.”
Li gorî nûçeya ajansê gelek ciwanên din jî ji bo beşdarî şerê rizgarkirina herêmê bibin, tev lî nav refên hêzên leşkerî yên Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyeyê dibin.
ANHA/ANF/DÎHA/KOBAN/EFRÎN