Di raporê de derket holê, ku ji sedi 30 kiryarên dijwariyê hevserên jinan e û ev rêje di mijara kuştinan de ji sedî 38 e.
Li gorî raporê, parzemîna ku herî zêde jin lê dijwariyê rast tê Efrîka ye. Jinên li welatên Efrîkayê dijîn, ji sedi 45.6'ê wan li dijwariya fizîkî û zayendî rast tên. Li welatên Ewrûpayê, di nava malbatên rewşa wan a aboriyê qels e yan normale, ev rêje ji sedî 27. 2 ye. Li gelemperiya parzemîna Ewrûpyaê ji sedî 32.7'ê jinan li dijwariya fizîkî û zayendî rast tên.
Bandoreke mezin dike
Ji sedî 42'ê jinên li dijwariyê rast tên, alîkariya tibbî distînin û li gorî WHO, divê alîkariya ji bo jinê, ji vê derê destpê bike.
Li gorî daneyên WHO, dijwarî li ser tenduristiya jinan rê li ber bandoreke mezin a travmatîk û psîkolojîk vedike.
Di raporeke bi heman demê re hat weşandin de, protokolên divê xebatkarên nexweşxaneyê li beramberî jinên rastî dijwariyê hatine û serî li nexweşxaneyan dane, tên ravekirin.
Yek ji doktorên li ser navê WHO di mijara dijwariya li hemberî jinê de dixebite Garcia Moreno da xuyakirin, ku bi raporê re yekemcar encamên tibbî yên dijwariya li dijî cihên li gelemperiya cîhanê tê lêkolînkirin. Di nava van encaman de AIDS û nexweşiyên din ên bi rêya zayendî derdikevin holê, depresyon, tiryakiya alkolê, ducaniya nayê xwestin û ketina zarok, cih digirin.
Li welatên di warê aborî de bi pêş ketine, encamên rapor derdixîne holê balkêşe. Li van welatan, kêm jî jin hinekî ewle ye, lê rêjeya jinên li dijwariyê rast tên ji sedî 23.2 ye. Ji sedî 30 dijwariyê jî ji hevserên jinê tê.
LONDON