
Serokê Komîsyona Pîşesazî û Enerjiyê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet diyar kir ku piştî Kerkûk hate girtin Herêma Kurdistanê ji sedî 55 şandina petrolê ji dest da. Cewdet got; “Herêma Kurdistanê piştî ku bajarê Kerkûkê ji dest da, ji sedî 55 zêdetir şandina petrolê ji dest da. Bîrên Havana, Bay Hesn û bîrên Bakur ji dest çûn.”
Destûra Iraqê dê bi cih were
Cewdet li ser wan lihevkirinên hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel şîrketên petrolê îmze kirine jî wiha axivî; “Li gorî min di çarçoveya destûra Iraqê de qonaxa bê, qonaxa rawestandinê ye. Di xala 111 û 112’an a destûra Iraqê de ev bîrên beriya salên 2003’yan mafên hikûmeta navendî ya Iraqê ne. Ew bîrên piştî sala 2003’an hatin vekirin jî bi lihevkirina bi hikûmeta navendî re dikare ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bên bikaranîn.”
Krîza aborî dê kûrtir bibe
Beriya Kerkûk were girtin, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku rojane nêzî 650 hezar bermîl petrol derdixin. Lê tevî vê yekê nikarîbûn mûçeyên karmendên xwe bidin û û krîza aborî çareser bikin.
SILÊMANÎ