
Li gorî ajansa nûçeyan a Îsna Serokê Navenda Jîndarkirina Gola Ûrmiyê Îsa Kelanterî di civîna li gel endamên navendê de ragihand ku xeteriya Gola Ûrmiyê pê re rû bi rû ye pirsgirêkeke herêmî ye. Kelanterî diyar kir ku bi tenê ji sedî 7 ê ava golê maye û eger tedbîrên ciddî werin wergirtin wê gol karibe ji ziwabûnê rizgar bibe.
Kelanterî sedema ziwabûna golê jî bi zêdebûna karê çandinî û çêrandina heywanan li dora golê ve girê da. Li gorî hejmarên fermî her sal li vê derdorê bi qasî 1 mîlyar dolarî berhemên çandiniyê tên bidestxistin. Kelanterî da zanîn ku eger gol ziwa bibe ne tenê Îran wê hemû herêm zerarê bibîne û destnîşan kir ku li Ûrmiye, Tebrîz û Sine'yê 5 mîlyon kes wê bikevin bandora vê yekê.
Kelanterî ji aliyê Serokkomarê nû Hasan Rûhanî ve weke pispor li serê ekîba rizgarkirina golê hatibû wezîfedarkirin. Yek ji dozên ku Rûhanî di kampanya hilbijartinê de da rizgarkirina Gola Ûrmiyê bû. Polîtîkayên heyî rê li ber fikaran vedikin ku gelo wê vê sozê bicih bîne yan na.
Kelanterî di meha Sibatê de jî di axaftina xwe ya li konferanseke bi beşdariya pisporên ji cihên cuda yên cîhanê got, "Ne xwezayê ne jî ziwabûnê şermezar nekin. Ji vê rewşê ne germbûna global, mirov bi xwe berpirsyar e. Ji ber pêwistiyên me yên zêde û polîtîkayên me yên nebaş ên hawirdorê, me gol ziwa kirin. Divê em niha şiyar bibin. Eger gol ziwa bibe 5 mîlyon mirov wê neçar bimîne herêmê biterikîne."
Temenê wê du sal man
Gola Ûrmiyê ku yek ji mezintirîn golên bi ava şor a cîhanê ye, par ji sedî 80 ê ava xwe winda kir. Pispor bi fikar in gol bi vî rengî wê di nava 2 salan de bi temamî jiholê rabe. Tevî vê yekê jî cotkarên derdorê vê avê bikar tînin û rayedarên herêmî jî înşaeta bendavan dewam dikin. Profesorê Îranî Alî Asgar Siab Kudsi ku yek ji organîzatorên konferansa meha Sibatê bû anî ziman ku tevî 30 hezar bîran, kolandina 24 hezar bîrên bê destûr, yek ji sedemên bingehîn ên kêmbûna ava golê ye. Kêmbûna ji sedî 80'ê tê wateya qadeke zêdeyî hezar kîlometrekareyî. Teytên ji xwê, ku berê di kûrahiya ava golê de bûn, niha li ser rûyê erdê mîna çolê ziwa ne.
Gund hatin valakirin
Bi ziwabûna golê re di heman demê de çavkaniya debarê ya gelê herêmê jî ji dest hat girtin. Tûrîst êdî nehatin. Ji sedî 50 ê gundên li derdora golê hatin valakirin. Beriya niha bi 10 salan li gundê Guvarşingalehê hezar kes dijiyan, lê niha bi tenê 300 kes hene.
Gola Ûrmiyê ku bi rûerdê xwe yê ji 5 hezar û 200 km2'yî gola herî mezin a li Îranê ye, bi pirekê bajarên Tebrîz û Ûrmiyê bi hev ve girê dide. Ji aliyê rezervê xwê ve duyemîn mezintirîn gola cîhanê ye û bi giştî xwedî 37 mîlyar metrkup avê bû. Gol ji bakur ber bi başûr ve 135 km, ji rojhilat ber bi rojava ve 18 heta 55 km dirêj e û xwedî kûrahiyek 16 metreyan bû. Li ser golê 102 girav hebûn.
ÛRMIYE