Ji Şengalê bi Hawara Efrîne ve çû
Fermandariya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) bi daxuyaniyeke da zanîn ku şervanê wan ê bi navê Çekdar Sema (Farûk Xele Xwedêda) li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye.
YBŞ´ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hevreyê wan Çekdar Sema bi dil û can beşdarî Berxwedana Efrînê bûye û 3´ê Adarê heta dilopa xwîna xwe ya dawî li dijî dagikerên Tirk şer kiriye û şehîd bûye. Daxuyaniya YBŞ´ê bi vî rengî ye: “Li Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ´ê û hevkarên wan yên hov, heval Çekdar di asta fermandariyê de bi rola xwe rabû û ji bo derxistina çeteyan ji herêmê di hemû hemleyan de cih girt û tecrûbeyeke mezin bi dest xist.
Gava dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş birin ser Efrînê, heval Çekdar bi awayekî dildarî, tevlî Berxwedana Serdemê bû.”
Soza bilindkirina têkoşînê
YBŞ´ê di daxuyaniya xwe de got heval Çekdar, yek ji lawikê gelê wan ê Êzîdî yê ku qehremanên mezin afirandine û wiha bi dawî kir: “Em ê ala berxwedanê ya ku me ji şehîdên xwe dewr girtiye, heta dawî bilindtir bikin û soza bilindkirina têkoşînê dikin.”
Nasnameya şehîd
Li gorî daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê nasnameya şehîd wisa ye:
Nasnav: Çekdar Sema
Nav û paşnav: Faruk Xelef Xwedêda
Cih û dema jidayîkbûnê: Şengal / 1994
Cih û dema Şehadetê: Efrîn / 03’ê Adara 2018’an
ANF/ŞENGAL