Cemîl Bayik ev şîret li Rojava kirin: “Divê ew xwe li dijî dagirkeriya Tirk, ji bo şer amade bikin. Pêwîst e ku hêza xwe ya parastinê amade bikin. Wekî din tehlîke ji bo wan mezin e. Li Sûriye aştî ne nêz e. Li tevahî Rojhilata Navîn Şerê Cihanê yê Sêyemîn diqewime.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji ANF´ê re peyivî. Bayik tecrîda li Îmraliyê û pirsgirêkên li Tirkiyeyê nirxandin û got, “Rêber Apo çi got; piştî hilbijartinên 23’ê Hezîranê wê rewş diyar bibe. Wê hevdîtin dewam bikin an jî wê dewam nekin. Diyar bû. Hevdîtin dewam nakin.
Siyaseta berê dimeşînin û hîn bi xurtir dimeşînin. Hem qanûnên navneteweyî, hem qanûnên xwe, destûra xwe ya bingehîn dane ber lingan. Niha ew li ser Rêber Apo tecrîdê dimeşînin. Di kesayetê Rêber Apo de li gelê Kurd, gelê Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê, yên ku li dijî faşîzmê ne, tecrîd tê meşandin. Heta ku tecrîd li ser Rêber Apo ranebe, li Tirkiyeyê ti carî demokratîkbuyîn pêk nayê. Ti carî pirsgirêkên şer çareser nabin. Ti carî pirsgirêkên aboriyê, civakî û siyasî çareser nabin. Erdogan-Bahçelî çi digot; ‘Heke li Tirkiyê pirsgirêka aboriyê heye, krîza aboriyê heye, sedema wê şer e, şer îzah dikirin. Digotin; ‘Em şer dimeşînin hûn jî lazim e vê qebûl bikin. Pirsgirêkên şer di encam de çiqas giran dibin bila bibin lazime hûn li ser van qet neaxivin’. Ewên ku li dijî faşîzmê ne, lazime zanibe ku ew pirsgirêkên li Tirkiyê heye, siyaseta vê desthilatdariyê ye.”
Di qirrkirina Kurdan de şirîkatiya Erdogan nekin
Ji bo dewamkirina siyaseta qirrkirinê ya dewleta Tirk jî Bayik got, “Heger dewleta Tirk a faşîst li Kurdan qirrkirinê dike, hem di nava Tirkiyeyê hem jî li derveyî Tirkiyeyê, Kurdan, hêzên demokrasiyê digire û dikuje, ev ne tenê quweta Erdogan-Bahçelî ye. Sîstemê modernîteya kapîtalîst li pişt wan e. Desthilatdariya Erdogan-Bahçelî lawaz e û her lawaz dikeve. Dixwazin ji vê sudê werbigrin. Ez van dewletan rexne dikim û şiyar dikim. Lazim e ji bo berjewendiyên xwe Kurdan nekin qurbaniyên xwe. Lazim e ji siyaseta Erdogan re nebin alikar û şirîkatiya wê nekin. Her wiha dikarin menfeetên xwe biparêzin û tawîzan wergirin. Di qirkirina Kurdan de lazim e ti kes şirîkatiya Erdogan-Bahçelî neke.
Ji ber ku her dem di dîrokê de dewleta Tirk a faşîst û dagirker ji bo ku Kurdan ji holê rake parçekirina Kurdan esas digre. Kurd li dijî Kurdan daye bikaranîn ji bo ku Kurd lawaz bibe, li dijî dijminê xwe dernekeve, li dijî hev bisekinin û hev bixwin, bi vî rengî bikaribin Kurdan ji holê rakin. Dibe ku bi vî rengî fam dikin ku dijminayîtiyê li PKK’ê dikin, lê heger destêkê bidin Tirkiyeyê û şer bikin, wê bi vê yekê belayekê bînin. Ev yek xwe xapandin e, heger îro hinek derfet bi dest xwe xistine, ev yek bi encamê têkoşîna PKK’ê de ye. Heger Tirk îro li li Rojava û li Başûr êrişan dikin wê demê lingên wan li Bakur û Rojava hene.
Parastinê xurt bikin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê CEmîl Bayik li ser gefxwarinên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê jî got, “Divê gelê Kurd bi hemû derfetên xwe li dijî vê yekê (dagirkeriyê) bisekine. Gelê li Bakurê Sûriyê divê armancên Tirkiyê baş fêm bike. Ji bo vê yekê, pêwîst e hemû gelên li wir biratiya xwe xurt bike, rêxistin û têkoşîna xwe xurt bikin û li dijî dagirkeriya Tirk bi hev re bisekinin. Pêwîst e li ser vî esasî pratîkên xwe û rêxistina xwe, xurt bikin. Ew divê xwe li dijî dagirkeriya Tirk, ji bo şer amade bikin. Hêza xwe ya parastinê pêwîst e amade bikin. Ji bo ku karibin xwe biparêzin. Wekî din tehlîke û xeter ji bo wan mezin e. Ti carî li Sûriye aştî çênabe, aştî ne nêz e. Ne tenê li Sûriyê, li tevahî Rojhilata Navîn Şerê Cihanê yê Sêyemîn diqewime û wê hê jî biqewime. Dibe ku ev şer hîn mezintir jî bibe. Ji bo wê jî pisgirêkên ku bi aştiyê çareser bibin, tine ne. Kes bila hêviya vê neke û xwe nexapîne. Ji bo wê, hem civaka li Bakurê Sûriye û hem hêza wê ya parastinê divê ji bo şer xwe amade bike. Parastinê xwe divê di her milî de xurt bike.”
ANF/BEHDİNAN