Cinco de Mayo fenomeneke çandî ye li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê. Ew dema qîmetpêdan, pîrozkirin û bibîranîna çanda Meksîkî ye.   Lê belê gelek kes bi şaî vê rojê weke pîrozkirina serxwebûna Meksîkayê dibînin. ew şaş in. Ev roja cejnê elaqedarî dagirkeriya Fransî ya bibinketî ye. Hewldana dagirkirinê jî piştî ku dewleta Meksîkî nikarîbû deynên xwe bide hikûmetên Ewrûpî pêk hatibû. Di rewşke krîza aborî de Fransiyan dawiya sala 1861´ê bi artêşa baş çekdar bi ser Veracruz de çûn û kirin ku hikûmeta Meksîkî û hêzên wê xwe vekişînin bakurê Meksîkayê. Şerekî piçûk lê sembolîk Bi her halî, piştî vekişînê, Meksîkî bi artêşeke tevlîhev a ji xwecih û spaniyan vegeriyan û şerê artêşa Fransî kirin. Meksîkiyên di bin fermana serokdewlet Benito Juárezdi şerê 5´ê Gulana 1862´yan de artêşa Fransî şikand. Herdu artêş jî pişûk bûn û di şer de ji aliyê Meksîkî kêmtir ji 100´î ji aliyê Fransî jî qederê 500 eskerî hatin kuştin. Kes vî şerî stratejîk û gelekî girîng nabîne, lê ew xwedî girîngiyeke mezin a sembolîk e. Jixwe ne li tevahiya Meksîkayê lê li Pueblayê cihê ku şer lê qewimî, ev rojeke cejnê ya betlaneyê ye. Bi dilgiraniya siyaseta Trump Lê belê li DYE´yê ev cejn weke şanaziya bi çanda Meksîkî ya nifûsa hîspanîk a li DYE´yê bi berfirehî tê pîrozkirin. Çalakvanên Latino, bal û awir di salên 1960´yî de kişandin ser vê pîrozbahiyê. Ji hingê ve li DYE´yê ev pîrozbahî hatin qebûlkirin û wan cihê xwe di nava civakê de girt. Îro xelk bi merasîm, rêûresm, cejn, ziyafet, muzîka Marîaçî û xwarinên Meksîkî pîroz dikin. Îsal girîngiyeke taybet bi pîrozbahiyên tê dayîn ku îro wê bi rê ve biçin, ji ber ku serokdewletê DYE´yê Trump hem di sozên par dayî de û hem jî di siyaseta xwe ya koçberan de, dilgiranî li cem xelkê Hispanîk li DYE´yê çêkiriye. Di bin vî barê dilgiraniyê de wê îsal prîzbahî bi rê ve biçin. LOS ANGLES