Çapemeniya Tirkiyeyê serdana Barzanî ji bo hevpeymaneke nû ya di navbera hikumeta Tirkiye û Herêma Kurdistanê de weke destpêkekê bi nav dikin. Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê kuştina leşkerên Tirk bi tundî şermezar kir.
Serokatiya herêmê di daxuyaniya dayî de ragihand ku, “Lê mixabin roja Pêncşemê borî li bajarê Hatayê sê efser û serbazekî tirk hatin kuştin.” Û dibêje, "em weke Serokatiya Herêma Kurdistanê vî şerî û kuştinan bi tundî şermezar dikîn.”
Dr. Umêd Sebah li ser navê Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê kuştina serbazên artêşa Tirkiyeyê daxuyanî da û bilêv kir ku, ev çalakî ziyanê didin hewildanên aştiyê û dibêje, “Li gorî me, ev kuştinane ziyanek mezin didin hewildanên aştiyê.”
Daxuyaniya ku Hikumeta Herêmê dayî wiha dewam kir: “Dûbare dikîn ku ev êrîş û kuştinane bê encamin û qet xizmetê nadin çi aliyan. Pêwîste li rêyên aştiyane bigerin, ev çend care em dûbare dikin ku, ev cure kiryarane bi çi awayî xizmetê ji bo gelê Kurdistan nake û demokrasiyê nayne herêmê.”
Balkêşe ku kuştinên dewleta tirk nehatibûn şermezarkirin ku di meha borî de 15 gerîlayên jin ji aliyê hezaran leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin û di heman demê de çi gotin li ser kuştina 4 gerîlayan ên li heman herêma nehate kirin; lê çalakiya ku tê de leşkerên tirk hatine kuştin, tê şermezarkirin.
ANF/ HEWLÊR