
Zext û zordariyên dewletê ji bo gelê Kurd rê li pêş jiyenek kambax vedike. Bi 100 hezara Kurd ji ber zext û zordariya dewletê ji war û bajarên xwe koçber bûn û bûn penaber. Warê xwe malên xwe û axa xwe terk kirin û çûn li bajarên xerîb û nenas bi cih û war bûn. Welatiyên penaber bi salan li bajarên nû lê bicih bûn rastî binpêkirina mafan û pirsgikên jiyanê hatin. Yek ji van malbatan malbata 29 sal berê ji Sêrtê koçî Dilokê kir malbata Bariyanik e. Malbata Bariyanik ku di serdema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de ji ber zilm zordariya dewletê ji Sêrtê koçî Dîlokê bû, li Dîlokê jî srat nedîtin û zext û zordariyên li ser wan bi dawî nebûn. Dayika Ayşe Bariyanik ku ji ber zext û zordariya dewletê dibêje êdî bes e, niha kurekî wê ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da, kurekî wê rastî cezayê muebetê hat û hêj girtî ye, neviyekî wê tev li PKK'ê bû û di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û 2 neviyên wê jî girtî ne. Dayika 80 salî Ayşe Bariyanik ku di temenê xwe yê dirêj de gelek êş û zahmetî kişandine dîsa di aştiyek bi rûmet û serfirazî de israr dike. Dayika Bariyanik niha bi wêneyên zarokên xwe sebra xwe tîne û xwe îkna dike.
Faşîzma 12'ê Îlonê
Bariyanik, anî ziman ku di darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonêde hemu zilamên gund yek bi yek di îşkenceyê re derbas bûn û wiha serpêhatiyên xwe anîn ziman: "Kurê min Kadri li Sertê 95 rojan di îşkenceyêde ma. Pişt re birin Amedê. Li wir jî 35 rojan rastî îşkenceyê hat. Kurêmin Mehmet jî bi îdîaya "Reveberê rêxistinê ye" rastî cezayê muebetê hat. Niha hevsera wî û 4 zarokên wî 17 salin li cem min dimîne. Ez zarokên wî xwedî dikim. Kurê min Şahîn di salên 90'an de piştî rastî îşkenceya mezin hat bi nexweşiya pençeşêrê ket û jiyana xwe ji dest da."
Bariyanık, anî ziman ku niha ew li hevsera Şahîn û 2 zarokên wî dinere û wiha bertekên xwe yên li hemberî dewletî anî ziman: "Neviyêmin Ridvan tev li PKK'ê bû. Neviyê min Egît jî ji ber zexta polîsan koçî Dîlokê kir û ji vir jî çû Ewropayê. Di operasyonên dawî yên li ser navê KCK'ê pêk hatin neviyê min Mazlum û Medenî hatin girtin. Em gav bi gav tên şopandin û em her tim di bin tehdîtê polîsên dewletê dene. Em ji roja hatine Dîlokê hita niha her tim di bin zextên dewletê dene. Polîs 24 saetan li ber dikana kurê min Mehmet rûdinê û çavderiya me dike. Her tim polîsên sivîl li taxê çavdêriya mala me dikin. Neviyên min ên hatin girtin bê guhen bûn. Neheqiyê li me dikin. Polîsan li midûriyetê ji neviyê min re gotin "Li taxa Guzel Vadiyê 3 malbat hene em her tim wan dişopînin. Em her tim tên şopandin."
Zilam girtîne, jin li malê dinerin
Dayika Ayşe Bariyanik, destnîşan kir ku zilamê wan tev hatine girtin û jin debara malê dikin û wiha axivî: "Niha em 3 jin li malê mane û pirsgirêkên malê çareser dikin. Em bi karê gwîz û fisteqan debara xwe dikin. Em 3 jin têkoşîna jiyanê didin û debara malbatê dikin."
'Kurê min Agît li Pozantiyê rastî tundiyê hat'
Hevsera Mehmet Bariyanik Sabiha Bariyanik jî anî ziman ku kurê wê Agit di 16 saliya xwe de hate girtin û li Girtîgeha Tîpa M a Pozantiyê rastî îşkence û neheqiyê hat û wiha got: "Dema kurê min salekê girtî ma û hate berdan derûniya wî xera bû. Pêkanînên li Girtîgeha Pozantiyê tev rast in. Kurê min Medenî jî beriya ku bê binçavkirin li fabrîqeya lê dixebite qeza derbas kir û wecê û û milê wî şewetî.
Hevsera Şahîn Zeynep Bariyanik jî anî ziman ku hevserê wê di salên 90'an de rastî îşkenceyê hat û ji ber îşkenceyê bi neweşiya pençeşera xwînê ket û 8 sal berê jiyana xwe ji dest da.
RÛKEN ŞEHÎR - DÎHA/DÎLOK