Ji şêwekarê piçûk re dîwar tuwal in
Zaroka bi navê Rewşen jî ji ber zilm û dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê koçber bûye û li Şehbayê bi cih bûye. Ew bi wênesaziyê êşa xwe îfade dike. Rewşen Sîno 14 salî ye, ji gundê Husê yê girêdayî navçeya Mabatayê behreya xwe wênesazî li gel xwendina xwe di refa 9'an de di dibistanên Şehbayê de didomîne. Rewşen ji 8 saliya xwe ve xêz dike.