AMARA GÜNEŞ/NAVENDA NÛÇEYAN
Derhênerê belgefilma “Li Cizîrê komkujî heye” yê Îtalyan Luigi D´Alife, filma xwe ya nû bi navê Binxetê ji 11´ê Gulanê ve li Îtalyayê nîşan dide. Di nîşandana pêşî de 2 hezar kes amade bûb û ev belgefilm hat ecibandin. Herçî deng e, Elio Germano derhêneriya wê kiriye ku di festîvalên navneteweyî Cannes û Venedîkê de hatiye xelatkirin.
Derhênerê Binxetê, Luigi D’Alife li bajarê Îtalya Torîo dimîne, û cara pêşî Îlona 2015´an bi komekê re berê xwe dide Kurdistanê. Ew ji bo piştgiriya Rojava û berxwedana Kobanê diçe navçeya Pirsûsê, li wir di heman demê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakur bi rê ve diçe û ew berê xwe dide Cizîrê, cihê ku dewleta Tirk hovane komkujiyê pêk tîne. Hingê di nava şer de dîmenên belgefilma “Li Cizîrê komkujî heye” girtin. D´Alife jbi zehmetî diçe Cizîrê, piştre lêgerîna xwe ya bi rêya hunerê gihandina raya Giştî a welatên rojava dewam dike û di dawiyê de belgefilma Binxetê derdikeve holê.
Trajedeiya sînoran afirandî
D´Alife di nav du salan de gelek caran çû Kurdistanê û dema Gulana 2015´an diçe Kobanê, dibîne “ku her devera Kobanê azad bûbû. Hingê min fêm kir ka sînor xwedî mane û girîngiyeke çawa ne. Min biryar da ku hem di warê siyasî û hem jî di warê civakî-stratejîk de li wan deran çi diqewime vebêjim. Ka sînor jiyana Kurdan çawa parçe dikin, çi trajedî didin der, min xwest ji civakên welatên rojava re vebêjim.”
Dîmenên serpêhatiya
Ew dibêje wê tevî mirovên wan deveran ku mexdûrên sînoran in, bi ser xistiye, û wiha dewam dike: “Pirraniya mexdûrên sînoran ji ber şer reviyane. Ya herî balkêş jî serpêhatiya Narînê bû. Narîn tevî mêrê xwe neçar dibe van erdan biterikîne. Dema ji sînor dibihurin, eskerên Tirk hevjînê wê bi xwînxwarî dikujin. Azad jî kurekî 16 salî ye, esker wî li ser sînor digirin û êşkenceyeke giran lê dikin. Piştre jî wî vedigerînin Sûriyê.”
Sînorê pevguherînê
Ew bi bîr dixe ku eskerên Tirk mirovan bêhtir teslîmî aliyê di bin kontrola DAIŞê dikin û wiha dewam dike: “Deriyê Girê Spî, ew derî bû Tirkiyeyê lê mirov bi hev diguhertin. Li vir şerê li dijî Kurdan dihat birêxistinkirin. Bi ser de jî ji ber ku eskerên Tirk zeviyên gundiyan jî dagir kirine, gundî nikarin erdên xwe ne biçînin û ne biçinin.”
D´Alife behsa dilsoziyan hin mirovan a bi welatîn wan re jî dike: “Buhayê wê çi dibe bila bibe, emê dev ji erdên xwe bernedin, wan ev digot. Şîara wan a sereke jî jî ez naçim bû.”
Derhîner wekî din behsa wê yekê dike ka çawa peymana di navbera Yekîtiya Ewrûpan û Tirkiyeyê ya li ser penaberan zerareke giran gihandiye xelkê û wiha dewam dike: “Her peymana bi Erdogan re berjewendiyên Erdogan ên şexsî xurt dike. Erdogan van peymanan ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi kar tîne.”
Tew hûn bi sînoran nizanin
Derhêner D´Alife dibêje, sînor ji bo wê yekêne u mirov rastiyê nikaribin bibînin û weha dewam dike: “Me di filmê de nîşan da ka helwêsta Tirkiyeyê beramberî mirovan çi ye. Me xwest pê derbarê helwêsta dewleta Tirk a beramberî mirov û gelan de raya giştî ya Îtalya û Ewrûpayê agahdar bikin. Nexasim jî ka li ser sînor li wan deran dewleta Tirk çi şîdetê li mirovan dike, çi tîne serê wan, çapemeniya Ewrûpa qet nabîne.”
Destûr nebe, mirov ji sînoran dibihurin
Luigi D´Alife dibêje, ji ber girtîbûna sînor, wî gelek zehmetî kişandiye, lê bi alîkariya Kurdên azadîxwaz ew ji sînoran bihuriye: “Bi ti awayî destûr nehat dayîn ku em fermî ji sînor bibihurin. Hêzên PDK´ê sînorê Sêmalka li me girt. Lê dema mirov dixwaze karekî bi ser bixe, dikare ji heqî hemû astengiyan derkeve.”
D’Alife dibêje, dema wî belgefil çêdikirin, berxwedêriya gelê Kurd tesîr li wî kiriye: “Eqlîselîmbûna Kurdan beramberî bombekirinên li Amedê, berxwedana li Nisêbînê gelek tesîr li min kir. Min pêşî li ser Cîzîrê belgefil çêkir. Sedema ku xebatên min li ser Kurdan dewam kir ew bû ku min xwe deyndarê wan his dikir. Lewma ez ji wan fêrî gelek tiştan bûm. Serê pêşî ez ji vî gelê kevnar ê dîrokê fêrî maneya jiyanê bûm. Ez ji gelê Kurd hêz û moralekî xurt werdigirim. Li ser wan erdan, jin û mêrên Kurd têdikoşin ji bo ku warê xwe bernedin û ev bi rastî jî gelekî tesîrker e. Ez jî li gorî derfetên xwe hewl didim vê ragihînim civaka xwe.”
Filma Binxet li Îtalyayê gelekî hat ecibandin û jêrnivîsên wê bi şeş zimanan ango Tirkî, Spanî. Ingilîzî, Îtalyanî, Fransî û Elmanî hatiye kirin. Luigi S´Alife hez dike li welatên din ên Ewrûpa jî filma wî bê nîşandan.