Weşanên Sîtavê 11 kitabên bi Kurdî weşandin. Nivîskar Îdrîs Erenç pirtûka bi navê Dengê Jûlî derxist. Her wiha pirtûkên bi navê “Alole”, “Ax Şilêrok”, “Biratiya Quling û Rûvî” yên nivîskar Perwîz Cîhanî jî derketin. Pirtûkên bi navê “Destan û Stranên Kurdî” û “Xelefê Şêrwanî” yên Wesfî Ak jî gihîştin ber destên xwîneran. Pirtûka lêkolînê “Şeva Yelda” a Qendîl Şeyxbizînî jî hat çapkirin. Pirtûka “Destana “Rustemê Zal” a Nezîr Ocek, pirtûka bi navê “Guldesteyek ji Pêkenokên Gelêrî” a Mehmet Oncu, pirtûkên “Mîrza Mihemed” û “Dilka Dayîkê” ên Silêman Feqiyanî û “Ferhenga Kurmancî” ya Mela Sîdê Nîvilî’ jî di nava kitêbên weşandî de ye. Sîtavê her wiha 3 kitabên bi Tirkî li ser dîrok, civaka Kurdistanê weşandin.

 

WAN