HABÎB GULER *
Çar kitêbên nivîskar Ahmet Huseyin bi yek carê ji Weşanên Sîtavê derketin. Her kitêb di meydana xwe de behsa mijarên cihê bike jî, heger em hemû kitêban bi carekê bi nav bikin, wê ne mubalexe be em bibêjin, bîhneke teze ya di wêjeya Kurdî de. Di nava kitêban de “Axîna Dilistan” di helbesta Kurdî de mîna dîwaneke nû ye. Gava min weke xwînerekî amator ê helbestê ev şi´r xwendin, otantîzma Ehmedê Xanî, Baba Tahirê Uryan li ber çavên min zindî bû.Tehma helbestên Cegerxwên jî wisa bi bîra min xistin.
“Axîna Dilistan” di hebesta Kurdî de berhemeke sereke ye.
Ceribandinên ji bo hevrêyan
“Zayîna di Amûra Sertûj” de jî em careke din şahidiyê li zimanê otantîk ê nivsîkar tên ku pê bi zimanê hevjîna Seyid Rizayî Besê behsa komkujiya 1937´an li Dersimê dike û vê jî bi wayekî menzûm weke helbestê.
“Canheval” û “Dilê çar dilî” jî weke ji navê wan jî diyar e behsa êşên welatê çarparçekirî û mirovên ji nêz ve nas dike ango canhevalan dikin. Ev her du kitêb jî ceribandin in. Ez pêşniyazî xwînerên Kurdî ş wêîjeya wê dikin ku vî nivîskarî û zimanê wî yê otantîk nas bikin. Dest û dilê Ahmet Huseyin sax bin. Em xwînerên Kurdî, em ê li benda kitêbên wî yên nû yên bi Kurdî bin.
* Li Hepsa Hejmar 2 ya Tîpa F ya Kandirayê girtî ye.