Jiholêrakirina qedexeyê
Di pêşgotina ji bo çapa wê ya di Weşanên Sîtavê de hatiye kirin yek ji amadekarên pirtûkê Heyder Diljen diyar dike ku ev pirtûk ji aliyê Daîreya Perwerdeyê ya Giştî ya Swedê, Skolverketê ve hatiye amadekirin û cara pêşîn di sala 2002'yan de wekî weşana vê saziyê li Stockholmê hatiye çapkirin. Diljen tîne ziman ku ji aliyekê ve ev pirtûk li bakurê Kurdistanê di warê perwerdeyê de perdeya sînorên qedexe ya 90 salan ya li ser ziman, wêje, dîrok, çand û nasnameya kurdan radike. Diljen bi lêv dike ku dê ev xebat di qada perwerdeyê de nasnameya kurdewar a ciwanên kurd xurtir bike.
Pirtûkeke pedagojîk e
Pirtûka ku bi awayekî pedagojîk ji bo perwerdeyê ciwanên lîseyê hatiye amadekirin bi temamî rengîn e û kaxizê kuşe hatiye tercîh kirin. Pirtûka ku 224 rûpel e çand û kelepora kurdî beş bi beş bi zimanekî hêsan û herikbar, bi hevokên sade û bi wêneyên rengîn vedibêje. Kesên ku dixwazin vê pirtûkê temîn bikin hem dikarin li pirtûkfiroşan bibînin û hem jî dikarin pirtûkê ji navnîşana : Hastena 2. Cad. M. Nur Arvas Îş Merkezî No: 4 Van'ê peyde bikin. Ji bo têkiliya bi telefonê jî bi telefona 0 (432) 216 73 07 ya weşanxaneyê hûn diakrin têkilî bi weşanxaneyê re deynin.
DIHA/AMED