
Di şahiyê de Serokê SOHRAM-DER'ê Mîm Yavuz Bînbay axivî û diyar kir ku ligel şer û pevçûnên dijwar ku li ser axa Mezepotamya pêk tên û ligel vê yêkê Mezepotamya bi çanda xwe ya qedîm nirxên xwe yên mirovahiyê winda nekirine. Bînbay, bilêv kir ku Mezepotamya bi rengên xwe yên qedîm ji bo şaristaniyê bûye cihê ronîkirinê û wiha got: "Mezepotamya welatekî baxçeyê dilan e. Bi rengên gelên weke Sûryanî, Keldanî, Îbranî, Aramî û Ermenî û Kurd Arî rengên Mezepotamya ji şaristaniyê cihanê re bûye ronahî." Bînbay balkişand li ser yekitiya olan a li Mezepotamyayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mezepotamya bi olên mislimanî, xirîstiyanî, Cuhî, Elewî, Êzdî, Nastûrî, baxçeyê dilan e." Bînbay, destnîşan kir ku hêviya wan bi welatek heftreng û aştiyane pêk bînin heye. Piştî axaftinê Qoroya Zarokan a Sohrom bi zimanê kurmancî, erebî, dimilkî, sûryanî stran gotin. Komên Mûzîkê yên dildar , semazen, Koma Folklorê û koma semahê derketin ser dikê û beşdar van li ber stranan govend gerandin û şahî bi dawî bû.
DIHA/AMED