Mihemed Elî Şakir di sala 1964`an li bajarê Dirbêsiyê jidayik bûye  ji ber ku dengê wî xweş bû li ber destê mamosteyê olî hînî sirûdên olî bû. Şahkir ji bo xwendina xwe dewam bike li zanîngeha Helebê beşê toreya Inglîzî xwend, lê wî di ber xwendinê re li bajarê Serêkaniyê mamostetiya nîgarkêşî û mûzîkê kir.

Helbestvanê Kurd Yûsiv Berazî ku cîranê mala Şakir bû jê xwest ku helbestên wî bike stran. Şakir yekemîn stranên bi navê “Hebs û Zindan kûr û tala” “Çavên raketî ji xew” di sala 1997`an de çêkirin û stran bi dengê birayê wî yê hunermend Mehmûd Şakir hatin tomar kirin.
Mihemed Elî Şakir her wiha 220 helbest jî nivîsîne û gelek ji wan helbestan kirine stran, helbest û stranên wî bi dengê Mehmûd Şakir û Selah Kîkî hatine tomar kirin. Her wiha Şahkir gelek helbestên helbestvanê Kurd Cegerxwîn jî kirine stran.
Şakir da zanîn ku wî heta niha ji bo şoreşa Rojvayê Kurdistanê tiştek ne nivîsiye û  soz da ku ewê ji bo şereşê binîvîse û ji hemû hunermend û helbestvanan xwest ku ji bo şoreşa Rojava ya pîroz binivîsin û stranan çêkirn.

ANHA/SERÊKANIYÊ