Di pêşbelavoka beriya civata SPD'ê de, ku di çapemeniya Elman de cih girt, dê were xwestin, heqdestê herî kêm ê saetekê ne kêmî 8,5 Euro be, tedbîrên nû yên li dijî xizaniyê were girtin, şertên teqawîtbûnê bê nermkirin û para tevkariya sîgorta tenduristiyê were bilindkirin. Mijarên din ku SPD di hevdîtinên koalîsyonê de derxîne pêş jî, li her qada rêveberiyê zêdekirina hejmara jinan, zêdekirina razemeniyên ji bo perwerde, binesazî û alîkariyên fînsanî yên ji bo şaredariyan, li ser transaksiyonên fînansî ferzkirina bacê û ji bo Ewropayê, afirandina stratejiyeke nû ya mezinbûnê ye.
Pêşniyara zêdekirina bacê ku yek ji sozên bingehîn ên kampanya hilbijartinê bû, dê rêveberiya SPD di muzakereyan de weke yek ji şertên sereke nîne rojevê. SPD alîgirê lihevkirina bi CDU-CSU ya li dijî zêdekirina bacê ye."
Di hilbijartinên giştî yên 22'ê Îlonê de CDU-CSU ji sedî 42'ê dengan wergirtibû û ji parlamenta ji 631 kursiyî 311 kursî bi dest xistibû. Hevkarê koalîsyonê yê CDU-CSU Partiya Demokratên Azad (FDP) benda ji sedî 5 derbas nekiribû, SPD 193 kursî, Partiya Çep (Dîe Lînke) 64 û Partiya Keskan (Grune) 63 kursî qezenç kiribûn. Her çend hersê partiyên çep xwedî derfetê avakirina koalîsyonê ne jî, SPD ji bo koalîsyonê xwe nêzî Dîe Lînke nake.
BERLÎN