Partiya Sosyal Demokrat a Elman (SPD) xwest, lêkolîn li ser têkiliyên serkomîsera Elman a bi eslê xwe Tirk bê kirin, ku dema li Midûriyeta Polîsan a Eyaleta Hessenê wezîfedar bû, derket holê bi MÎT’ê re xebitiye. 

SPD’ê ji hikûmetê û wezîrê karê hundir xwest, têkildarî polîsa sîxur daxuyaniyeke berfireh bê dayin. Li ser navê Koma SPD’ê parlamentera eyaletê Nancy Faeser daxuyaniyeke nivîskî weşand û bang li Wezîrê Karên Hundir ê eyaletê Peter Beuth ê ji CDU´yê kir.

Parlamentera SPD’ê Faeser bêdengiya Wezîrê Karên Hundir a li ser vê rewşa sosret, rexne kir û got, “Îdîayên di nava raya giştî de belav bûne, ji bêdengiya wezîr gelekî giran û girîngtir in. Divê bê lêkolînkirin, bê ka kesa navbirî bi kê re rabûye û rûniştiye.”

Di daxuyaniya SPD’ê de ku li meclîsa eyaletê ya Hessenê partiya mixalefetê ya bingehîn e, ev bang li rêveberiya eyaletê hate kirin: “Divê Wezareta Karên Hundir zanibe, nabe ku karmendên li daîreyên dewleta Elman wezîfedar in, bi îstîxbarata Tirk re bixebitin.“

Di nûçeya me ya doh de me dabû zanînku ANF’ê derxistiye holê ku serkomîsera Elman a bi eslê xwe Tirk, Dondu Yazgan e. 


 ANF / BERLÎN