Sûriyeyiyên bi biryara Walîtiya Stenbolê bi zorê ji bajêr hatin derxistin li Efrînê tên bicihkirin. Piştî fermana Wezareta Karê Hundir a Tirk a ji bo lêgerîn, kontrolkirin û biryara dersînorkirina Sûriyeyiyên li Stenbolê nêzî 100 Sûriyeyî şandin Efrînê. Li gorî agahiyan komek ji 100 kesî roja Sêşemê li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatî dagirkirin hatin bicihkirin. Tê gotin di nava Sûriyeyiyên ku bi çar wesayitan birin Efrînê Kurd jî hene.

Penaberan weke ‘şantajê’ bi kar tînin

Walîtiya Stenbolê dem dabû Sûriyeyiyan ku yên qeyda wan li Stenbolê nînin bajêr heta 20’ê Tebaxê biterikînin. Di biryarê de hate ragihandin ku Sûriyeyî wê sewqî bajarên ku qeyda wan lê hene bên kirin. Dewleta Tirk ku ji destpêkirina şerê Sûriyeyê ve penaberan li dijî Ewrûpayê weke amûrekî ‘şantajê’ bi kar tîne, bi biryarên xwe yên dawî yên li dijî Sûriyeyiyan balê dikişîne. Wezîrê Karê Hundir ê dewleta Tirk Suleyman Soylû diyar kir, ku wê salane 80 hezar penaberan dersînor bikin. Soylû beriya çend rojan gef li welatên Ewrûpayê xwaribû ku eger ew deriyan vekin wê hikumetên wan nikaribin 6 mehan jî li hemberî vê yekê rawestin. Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî bi daxuyaniya Walîtiya Stenbolê re ragihand, wan peymana vegerandina penaberan a bi Yekîtiya Ewrûpayê re mohr kirine rawestandine. 

 ŞEHBA