LALEŞ RÊNAS / ANF/BEHDÎNAN

Argeş Botan ku piştî karkeriya li înşaetê tevlî berxwedana li çiyayên Kurdistanê bû di sala 2017’an de tevlî karwanê nemiran bû. Botan digot, “Zarok, dayik, dar û şaxên Kurdistanê xwînê naxwazin, ew Rêberê xwe dixwazin.”

Argeş Botan di 8’ê Îlona 2017’an de li herêma navbera gundên Koçera û Nîvya yên navçeya Basa ya Şirnexê di şerê dijî artêşa Tirk de heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û tevlî karwanê nemiran bû.

Di mehên herî bedew ên sala 2015’an de me li kolanên destana berxwedanê li sûran hev dît. Bi samîmiyeta xwe bala her kesî dikişand ser xwe. Bi kenê xwe mirovên li pêşberî xwe aram dikir. Ji înşaetên Sêrtê hatibû. Dema ku ber bi berxwedanê ve beziya welê bi eşqa welat bû ku ji bîr kiribû çîmentoya li destê xwe paqij bike; digot, “Ciwanên Kurdistanê hatin” û tevlî berxwedanê bû. Piştî demeke kurt min ew li bajarê jinê û berxwedanê li taxa Alîka ya Nisêbînê dît. Tiştek ji rûyê wî kêm nebûbû. Min ew li gel yek ji rûyên herî bedew ên berxwedana Nisêbînê Bîlal Erdogan (Botan Şoreş) dîtibû. Dema min xwest pê re hevpeyvînê bikim got, “Ez bi te re hevpeyvînê nakim, lê ez dikarim te bibim çalakiyekê.”