Di şahiya ku Parlementerê Partiya Karker a Sosyal-Demokrat Yilmaz Kerîmo, rojnamevanên naskirî Nurî Kino, nunerên federasyon û komeleyên Asurî, Suryanî û Keldanî jî di nav de bi giştî nêzî 800 kes beşdar bûn.
Di şahiyê de, Naîm Faîk ê ku weke Gandiyê Surniyan tê dîtin û tekoşîna wî ya ji bo Suryaniyan û êş, jan û komkujiyên din ava 4 hezar û 500 salan li Anatolya û Mezopotamyayê bi serê gelê Suryanî hatin hatin gotûbêjkirin.
Piştî sîrûda neteweyî ya Sûryaniyan, hunermendan ji helbestên Naim Faîk xwendin. Ji damezrênerên kanala Assyria Tv Johanun Akcan, bal kişand ku Naîm Faîk ji bo gelê Suryanî têkoşînek bê hempa daye, ji berê ew jî ew serbilindî ji bo bîranîna wî kanalek a TV vedibkin. Ligel vê kanalê, hejmara kanalên Suryaniya li Swêdê bû 3. Assyria TV dê li ser înternetê weşanê bike û dikarin li her derê cîhanê temaşe bikin.
Şaredarê Sûra Amedê Abdullah Demîrbaş ê ku bi xebatên xwe yên pir zimanî û pir çandî tê nasîn, bi telefonê beşdarî Assyria TV bû û serkeftinê jêre xwest.

STOKHOLM