Nobeta ‘Azadî ji Ocalan re’ ya li bajarê Fransayê Strasbourgê, di hefteya 313’an de ye. Koma nû ya nobetdar ji Swêdê ye.

Nobeta ‘Azadî ji Ocalan re’, 25’ê Hezîrana 2012’an li ber avahiya Konseya Ewrûpayê ya li bajarê Strasbourgê dest pêkirî, bi rengekî bê navber dewam dike.

Nobetdarên hefteya bihurî ku ciwanên Kurd û Elman bûn, çalakî vê hefteyê dewrî koma ji Swêdê kir. 4 Kurdistaniyên bi navê Amara Arîn, Ehmed Bavê Şiyar, Bayram Yildirim û Tahsîn Yûrtsever pêk tê.

Çalakgeran li ser nobetê nêrîna xwe anîn ziman û destnîşan kir ku heta azadiya Ocalan ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

Dewletên Ewrûpayê rexne kirin

Endamên koma ji Swêdê bi bîr xist ku dîlgirtina rêberê gelekî, tê wateya dîlgirtina wî gelî û got, ew helwêsta welat û saziyên Ewrûpayê qebûl nakin.

Çalakgerên nobetê, rexne li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) girtin ku pîvanên xwe yên damezrandinê û hebûnê binpê dike û îşaret bi fikarên gelê Kurd ên li ser tenduristiya Ocalan kirin.

 

ANF/STRASBOURG