Li bajarên Vesterast û Uppsala yên Swêdê ji bo zarokên Şirnexê şevên piştgiriyê hatin organîzekirin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar li vir axivî û ev pirs ji rayedarên PDK’ê kir: “Eger hêz û çekên we hene, we çima li Şengalê li dijî DAIŞ’ê xweragirî nekir?”
Li bajarên Vesterast û Uppsala yên Swêdê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Swêd, ji bo piştgiriya li gelê Şirnexê şevên piştgiriyê hatin amadekirin.
Li Vesterasê şev a bi sedan kes amade bû, bi tevlîbûna gelek hunermendên wekî Kemalê Amed, Nûarîn, Dilşad Hewlêrî û hwd pêk hat.
Hevserokê Partiya Çepgir a Bajêr Lînn Wegome jî tevlî şeva piştgirîdayinê bû û got: “Em baş dizanin ku Erdogan û hevkarên wî ji her kesî bêhtir zirar dane zarokên bêguneh. Hemû dinya dibîne Erdogan û alîgirên wî çi anîne serê HDP’ê û derdorên demokrasîxwaz, lê Ewropa û Amerîka ji ber berjewendiyên xwe bêdeng man. Mafên mirovan hatin binpêkirin û ew zilm hê jî berdewam dike.”
Aydar: We çima Şengal ne parast
Li Uppsalayê jî bi heman armancê şevek hate lidarxistin. Di şeva piştgirîdayinê de li gel nûnerên KNK’ê û rêxistinên siyasî yên Kurdan, gelek sazî û kesên navdar jî amade bûn.
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar jî li vir axivî. Aydar diyar kir, ew li ku derê jî bin dilê wan her li Kurdistanê ye û eger îro ew dikarin dîplomasiyekê bikin ev bi saya berxwedana welêt e.
Gefên Nêçîrvan Barzanî yên derbarê hemûna HPG’ê a li Şengalê de jî mijara axaftina Aydar bûn. Aydar got, “Heman gotin in ên ku faşîzma AKP’ê li ser gelê me ferz dike. Gotinên heman zihniyetê ne ku bajar û gundên Kurdan talan û wêran kirin. Hûn dikarin bibêjin, ‘bila PKK ji Şingalê derbikeve’ lê hûn qala radestkirina Şengal nakin. Baş e, heke hûn dibêjin, heke pêwîst be em ê bi zora çekan PKK’ê ji Şingalê derxînin, wekî çekên we hene û ew hêza we heye, baş e, we çima li dijî DAIŞ’ê xweragirî û berxwedanî nekir?”
Dem ne ya nakokiyan a yekîtiyê ye
Aydar bal kişande ser girîngiya Kongreya Neteweyî û got, “Di serdemeke wiha de pêdiviya Kurdan bi yekîtî û hevgirtinê heye. Bi taybetî di van rojan de ku qala Kongreya Neteweyî tê kirin, bê berpirsyariyekê mirov tiştekî wiha bike rojeva Kurdan ne tiştekî jirêzê ye.”
KAMRAN MÎRZAÎAN / VESTRAST / UPPSALA