ALÎ OZŞERÎK


Bi kampanyayên li Swîsreyê hewl tê dayîn projeya ji Kobanê re dibistan a sala 2016´an hatî destpêkirin, niha çav li rê ye bê temamkirin. Di avahîsaziya dibistanê de zemîn û qatê yekê temam bû û niha vakirina qatê diduyan didome. 

Projeya ji Koabnê re Dibistan, di çarçoveya Kampanyaya ji nû ve Avakirina Kobanê de ye û yek ji gavên girîng e. Komeleya ji nû ve Avakirina Koabnê ya Kantona Swîsreyê Ticino, Schweizerische-Kurdische Gemeinschaft a li Baselê (SKG) û DEM-KURD proje dan destpêkirin, û Schule für Kobane (ji Berlînê), Perspektife Bau (ji Bernê) û gelek saziyên din destek danê.

Ji muhendisên projeyê, Ramazan Aram li ser projeyê got, “Em Kanûna 2016´an çûn deverê, piştî ku me mijarên binesazî, erd hal kir, peymanên fermî mohr kirin, Nîsana 2017´an me dest bi avahî saziyê kir. Li ser 500 metreyên bi çarçik avahiya dibistanê tê lêkirin, erda dibistanê bi tevahî 2500 metreyên bi çarçik e.“ 


Yekemîn projeya navneteweyî

Ev hewldan yekemîn projeya jinûveavakirinê ye li Kobanê ku bi hewldaneke navneteweyî dest pê kiriye. Aram li aliyê din îşaret bi dengêniya jinûveavakirina Kobanê, lê di pratîkê de ti kar nekirinê, wiha dike: “Pêdiviya Kobanê pê heye ku li her warî ji nû ve bê avakirin. Dibistan bi tenê parçeyek ji vê ye. Hêzên navneteweyî destek da dema şer û berxwedanê, lê di pêvajoya jinûveavakirinê de heman destek nebû. Wisa difikirin ku ew ê mezin li ber xwe dayî, wê jinûveavakirinê jî bibin serî. Lê belê ji bo ji nû ve avakirinê hem hêza wan û hem jî derfetên wan sînordar in. 

Ya rastî di asta navneteweyî de gelek sazî, dezgeh û rêxistin hene ku elaqedar bi jinûveavakirina Kobanê re. Heger bi projeyên berçav û şênber mirov biçe cem van saziyan wê encam jî jê werin girtin. Lê ev nayê kirin. Divê saziyên Kurdan û rewşenbîr pêşengiya vê bikin. Projeya me jî wiha dest pê kir û me destekên muhim jî stendin. Heger em bi xwe ji pêvajoyê qut bin, em nikarin Ewrûpiyan qaneh bikin. Her kesê ku ji bo Kobanê li deriyê Ewrûpiyan bixe, wê Şoreşa Rojava jî bigihîne wan.”


Armanc rêxistinbûyîna li hemû kantonan e

Ahmet Yaman ê ku li ser navê DEM-KURD û Komeleya ji nû ve Avakirina Kobanê di projeyê de cihê xwe digire jî der barê projeyê de agahiyan dide. Yaman dibêje armanca wan niha ew e bibin komele û li tevahiya kantonan komîteyan ava bikin û wiha dewam dike: “Lewma pêvajoya ji nû ve avakirinê ne tenê dibistan e. Em dixwazin ji bo her kes û saziya dixwaze beşdarî pêvajoya jinûveavakirinê bibe, bibin meqamê ku dikare miracaetî bike. Kantonên Delemont, Tesin, Bern, Turgau, Basel, Arau destek dan, lê kantonên mayî desteke em li bendê nedan. Hêviya me ew e ku ji niha û pê ve destekê bidin.”

Heta niha ji bo projeyê 150 hezar frankên Swîsrî hatine berhevkirin û hîna pêdivî bi 100 hezar frankî heye da ku proje temam bibe. Hemû aliyên di projeyê de cihê xwe digirin banga alîkariyê û destekkirina Şoreşa Rojava dikin.