Bi armanca danasîna metoda nû a dibistana seretayî li herêma Xweser a Efrînê endamên rêveber ên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li dibistana Şehîd Îsa ya navçeya Cindirêsê îro bi malbatên şagirtan re civayan.
Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Rêveberê ya SZK'ê ya Cindirêsê Ocalan Gernas axivî û balkişand ser ser girîngiya perwerdekirina zimanê dayîkê. Gernas fişar û siyasetên sîstemên şovenîst ku hewl didan zimanê kurdî tune bikin, bi bîr anî û da zanîn ku gel ji bo parastina zimanê xwe li beramberî van sîsteman têkoşiye û li ber xwe daye.
Gernas di berdewama axaftina xwe de her wiha berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê li seranserî herêmên Rojava silav kirin û wiha got: “Bi saya berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê em zimanê xwe perwerde dikin û diparêzin.”
Gernas derbarê metoda nû ku niha di dibistanên herêma Efrînê de tê perwerdekirin de axivî  û diyar kir ku ev metod ne di roj û şevekê de hatiye amadekirin, lê belê hemû amadekariyên metodê ji destpêka şoreşê ve û bi saya fedakartiya têkoşeran e. Gernas ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Hin kesên xêrnexwaz hene dixwazin metoda ku tê perwerdekirin reş bikin. Lê bila tu kes li van aliyên ku dixwazin pêşeroja zarokên me xerab bikin, guhdar nikin.”
Piştre deriyê gotûbêjê li ber malbatên şagirtan hat vekirin. Malbatan jî derbarê mijarê de nêrînên xwe diyar kirin û pirsên kirin.

Hêjayî gotînê ye ku ev rêzecivîn li 18 dibistanên navçeyê hatine lidarxistin û jê jî wê li betirî 10 dibistanên din werin lidarxistin. 

ANHA/EFRÎN