Wezareta Karê Devre ya Îranê diyar kir ku tu xêra mertalên fuzeyan ji ewlehiya heremê re tuneye. Fermandarê Biryargeha Parastina Hewayî – Hatem-ul Enbiya-s jî rewş wekî “Îranofobî” (tirsa ji ber Îranê) rave kir.
Li gorî Televîzyona Dewleta Îranê, Berdevkê Wezareta Karê Derva Rahîm Mehmanparast di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em li bendê ne ku dewletên dost û cîran ji bo başkirina rewşê polîtîkayan bimeşînin” û got ku polîtîkaya heyî rewşê dixe xeterê. Mehmanparast, got; “Hemanên mertalê fuzeyê ya NATO’yê îstikrar û ewlehiya heremê baştir nake” û bang li Enqereyê kir ku di polîtîkaya xwe de baldartir be.

Tirkiyeyê qebûl kiriye 

Hikûmeta Tirk di daxuyaniya xwe ya hefteya derbasbûyî de daxuyandibû ku wan bicihkirina mertala fuzeyan ya NATO’yê ku wê li Tirkiyeyê bê bicihkirin qebûl kiriye. NATO dixwaze ku li dijî “zêdebûna” gefa fuzeyên menîl dirêj û menzîl kurt yên li rojhilata navîn li Tirkeyeyê bicih bike. Li gel Îranê, Rusya jî ji vê yêkê aciz e. Wezîrê Parastinê Ahmed Vahîd ku roj sêşemê daxuyaniyek da Ajansa Nuçeyan a Fars got, “Hemû rojavayî û amerîkayîyan ya li ser axa dewletên misilman çavkaniya pirsgirêkan e û bêoxur e. Em êrîşên rojavayiyan yên li hemberî welatê xwe xweş nabînin. Bila vê yekê herkes baş bizane.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Far, Fermandarê Biryargeha Parastina Hewayî – Hatem-ul Enbiya-s Tuggeneral Ferzad Îsmaîlî jî di Biryargeha Parastina Hewayî de bi minasebeta ‘Roja Parastina Hewayî ya Îranê’ daxuyaniyek daye çapemeniyê. Îsmaîlî di daxuyaniyê de ev tişt ji rojnamevanan re gotiye: “Amerîka ji bo ku Îranofobîyê zêde bike mertalê fuzeyan li welatên cîran bicih dike. Bi vî avayî dixwazin di nava gelde bibin sedema tirsê.”

'Biryar bû sedema fikaran'

Endamê Komîsyana Têkiliyên Derva ya Meclîsa Îranê û kesê li vî welatî yê bi bandor Îsmaîl Kosarî jî diyar kir ku pozîsyona Tirkiyeyê ya beriya niha ji bo dewletên misilman bûbû sedema hêviyek germ û berteka wekî ev biryara NATO’yê jî bûye sedema “Fikar û nediyariyê” Kosarî, got; “Dewletên heremê nakokiyek wiha qebûl nake” û bang li Enqereyê kir ku biryara xwe di ber çavan de derbas bike.

ANF/TEHRAN