Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li ser rewşa tenduristiyê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyaniyeke nivîskî weşand, ku Turk 46 roj in girtî ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “73 hevşaredarên me bi rengekî neheq û nehiqûqî hatin girtin, ji bajarên lê bûn hatin revandin û li girtîgehên bajarên cuda hatin bicihkirin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li gorî daneyên ÎHD’ê 323 girtiyên ji ber şert û mercên giran û neyînî yên girtîgehê nexweş ketin an jî nexweş bûn lê nehatin berdan, divê derhal bên dermankirin. Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li gorî daneyên ÎHD’ê 905 girtiyên bi nexweşiyên giran li girtîgehan e û hat gotin, “ Rewşa tenduristiyê ya Hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Birêz Ahmet Turk hê cidî ye. Daxuyaniyên ji aliyê rayedaran ve tên dayîn, tirs û fikarênme zêde dikin. Tevî ku tê zanîn rewşa tenduristiyê ya Hevşaredarê me Turk hê cidî ye, bernedana wî derbê li wijdanê civakî dixe. Lewma em bi ti awayî qebûl nakin ku mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn ê însanî ye, di nava şert û mercên neyînî de bê binpêkirin.” Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, berdana girtiyên bi nexweşiyên giran, wê wijdanê civakê rehet bike.
Pirsgirêka dil û çavan heye
Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak a ku li girtîgehê serdana Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk kir, diyar kir ku herî dawî Turk derketiye revîra girtîgehê û wiha got: “Ji ber di qelbê wî de pîl heye, dema di cîhaza X-Rayê re derbas dibe qelbî wî nerihet dibe. Ev jî pirsgirêkê teşkîl dike. Boztoprak bibîrxist ku Ahmet Turk di encama mûayeneya li revîrê hîn dibe ku, di çavaên wî de katarakt çêbûye û tesîrê li tevgera wî dike.
Boztoprak dest nîşan kir ku, herî dawî hefteya çûyî Turk birine revîra nexweşxaneyê û wiha got: “Li wir tehlîlên xwîn û îdrarê kirine. Hîn encamê wê tehlîlê derneketine. Dozgerî bi însiyatîfa xwe xwest, der barê rewşa Ahmet Turk de raporeke heyetê bê amadekirin. Hîn ev rapor nehatiye amadekirin.”
AMED