TEV-ÇAND´ê yekemîn konferansa jinan a Ewrûpayê lidarxist.  Konferans li bajarê Almanya Kolnê pêk hat û 2 rojan dewam kir. Di encama konferansê de der barê rêxistinkirin û pêşxistina xebatên çand û hunerê de biryarên girîng hatin wergirtin. Di konferansê de biryara sazkirina yekîtiya  hunermendên jin ên Ewrûpayê hate wergirtin.
Tevgera Çand û Hunerê ya Kurd TEV-ÇAND´ê di warê rêxistinkirina xebatên çand û hunerê de gaveke girîng avêt û li Ewrûpayê 1. Konferansa Jinan a TEV-ÇAND´ê lidarxist. Konferans, li bajarê Kolnê pêk hat û 2 rojan dewam kir. Ji çar aliyên Kurdistanê, ji her beşên hunerê de jinên hunermend beşdar bûn. Di konferansê de li ser girîngî û pêwistiya xebatên hunerê hat sekinandin.

Rol û misyona jinan a di çandê de

Di konferansê de li ser navê TEV-ÇAND´ê Sultan Oger axaftina destpêkê kir. Oger girîngiya konferansê anî ziman û wiha got: “Jin bi her awayî li derveyî civakê tê hiştin û yê herî zêde zehmetiyan dikşîne jî jin e. Ji bo vê jî pêwiste di her beşên civakê de em xwe bi rêxistin bikin. Jinên kurd bi şert û mercên zexmet re rû bi rû ne û ji bo vê jî divê rêxistinbûna xwe di her beşê de saz bikin. Bi rêxistinkirinê mirov dikare kevneşopiyên civakê jî têk bibe.”
Di konferansê de li ser 8 mijarên cuda rûniştin pêk hat. Di rûniştina yekem de li ser mijara “Rola hunerê ya di pêşxistina civakê de û mîsyona hunermendên jin“ guftugo hatin meşandin. Hunermend Sosin moderatorî kir û endama Desteya Rêveber a KNKê Nilufer Koç, Hozan Şah Turna, Nivîskar Rukiye Özmen û Mamosteya Govendê Leyla Ekinci weke qîsekar beşdar bûn.
Koç di axaftina xwe de destnîşan kir ku civak li ser pîvanê mêr hatiye amadekirin û ya ku dikare paşeroje biguherîne jina kurd e.  Koç axaftina xwe wiha dewam kir: “Ji bo guhertina civakê divê em çandeke nû biafirînin. Hêza jina kurd mezin e. Bi hêza jina kurd sîstema Tirkiyê hate guhertin.Şoreşeke civakî me li rojhilata navîn pêk anî. Civaka kurd êdî amadeye xwe bi rê ve bibe. Di beşa siyasî de ev tecrube girtiye. Azadiya jinê azadiya civakê ye.” Koç anî ziman ku gelê kurd ji pêvajoyeke girîng derbas dibe û ji bo vê jî jin divê di beşa hunerê de pêşengtiyê bike.

Jin bixwaze dikare cîhanê ronî bike
Hozan Şah Turna jî di axaftina xwe de nêrîna kapîtalîzmê li ser hunera jinê rave kir. Turna got: “Jinê bi aqil û mêjiyê wê nabînin. Li welatê me jî jin bi awayên din tê perçiqandin. Sistem jî li vê temaşe dike. Bi tevgera azadiyê ev 30 salin jina kurd tekoşîneke gelekî mezin da û dide... Divê em jinên hunermed bi rêxistin bibin. Vîna jinê gelekî xurt e û afirêner e lê berî hertiştî divê ku xwe zanist bike. Rola jinê gelekî girîng e, jin ronahî ye û eger bixwaze dikare cîhanê ronî bike.“
Nivîskar Rukiye Ozmen jî der barê rola jina kurd ya di wêjeyê de axivî. Ozmen got: “Divê mîna Meryemxanê ku di wan demên zehmet de serî hilda, em jî serî hildin. Pêwistiya me jî ku jin bixwe hestên xwe binav bike û pêşkêş bike heye. Divê em bixwe, bi nêrîna xwe binivîsin. Eger jin destanekê binivîse wê gelekî cudatir be. Divê em xwe ji wêjeya mêr azad bikin.“ Mamosteya Govendê Leyla Ekinci jî li ser govenda Kurdî axivî û peyva folklore rave kir.

Di pêşketina civakî de rola jinan hate nirxandin

Di rûniştina duyem de jî mijara “Di pêşketina civakî û yekîtiya neteweyî de rola jinan, hunermendan û pêşxistina çand û zimanê kurdî“ hate nirxandin. Di vê beşê de jî hunermend Eylem moderatorî kir û Hunermend Xana Zazê, Şanoger Yıldız Gültekin, Şêwekar Cemila Gassoian û Aktîvîsta jin Sultan Öger axivîn.
Hunermend Xana Zazê destpêke zehmetiyên ku jina kurd di qada hunerê de pê re rû bi rû dimîne rave kir. Hunermend Zazê got: “Me di dema xwe de li hemberî kevneşopiyan liberxwe da û me ev huner li ser piya hişt, me bi dinê da nasîn. Bi Serok Apo jina kurd xwe naskir û îro li hemberî hemû kevneşopiyan tedikoşe. Pêwiste em pêş bixin, dema em pêşketin, hingî em ê li keda Serok Apo jî xwedî derdikevin. Divê em jin bibin yek dil.”

Tekoşîn serkeftinê tîne
Şanoger Yıldız Gültekin(Kewê) jî li ser mijara „rola jinên kurd di şanogeriyê de“ sekinî û şano kengî li ku, çawa û ji aliyê kê ve hatiye destpêkirin parvekir û paşê jî bi şanoya kurdan ve girê da. Gultekîn, li hemberî kevneşopiyên civakê girîngiya têkoşîna jinê destnîşan kir û got: “ Tekoşîn bi xwe re serkeftinê tîne.”
Şêwekar Cemîla Gassoian jî li ser dîroka Şewekariyê sekinî û weha got: “ Divê di şêwekarî, di sitranan, di govendê û hemû beşên hunerê de jin bixwe xwe bînê ser ziman û ji bo vê jî tekoşînê bide.“
Aktivîsta jin Sultan Oger jî pirsgirêkên rêxistinkirinê û riyên careseriyê nirxandin. Oger got: “Eger jin nerêxistinkirî be, wê qet neyê dîtin.”
Piştî axaftvanan, nirxandin û nîqaş hatin kirin. Her weha Sînevizyona li ser biyografiya jinên hunermend ê mîna Gulê, Meryem Xan, Nesrîn Şîrwan, Eyşe Şan, Gulbihar, Îran xanim,Raziye Rezzazî,Sosika Simo,Fatma Îsa, Sehîd Mizgîn,Delîla û hwd ku bi jiyan û sekna xwe tên naskirin hat nîşandan. Di konferansê de her wiha peşangeha cil û bergên kurdî û berhemên hunermendên jin hatin danasîn.
Di encama nîqaş û giftuguhên 2 rojan de pêşnûmeya biryarê ya konferansê hate amadekirin û piştî dengdanê, biryar hatin qebûlkirin.

Biryarên konferansê


- Li Ewrûpayê sazkirina Yekitiya Hunermendên Jin,
- Danasîna berhemên hunermendên jin di nava civakê de,
- Ji bo hunermendên jin lidarxistina qempa perwerdeya hunerî,
- Koordînasyoneke ji 9 kesan were sazkirin,
- Projeya çand û hunera kurdî bi her beşên xwe, ji reng û dengê jinan were danasîn,
- Li hemberî politîkayên qirkirina cand û hunera kurdan û li hemberî politîkayên modernîteya kapîtalîst, têkoşîn were meşandin,
- Di salê de 2 caran civîna berfireh a hunermendên jin were lidarxistin,
- Koroya jinan a netewî were sazkirin,
- Hunermenden jin berhemekî ku ji stranen otantîk, gelêrî û dengbêjî tê de cîh bigirin çap bikin.
- Ji kesen şêwekar, muzîk, şano, sitran û govendê komîsyoneke hevbeş were sazkirin,
- Hunermendên jin tûra çand û hunerê lidarbixin,
-  Di kesayeta Hunermend Mizgîn de, di roja biranîna wê de, hunermendên jin yên jiyana xwe ji dest dane werin bîranîn,
- Ji bo hemû beşên hunerê komîsyon werin sazkirin,
- Li hemberî têgihiştina deshilatdariyê tekoşîna cinsî were meşandin.

EVÎN AKSOY/KOLN